DBP- HDP: Tecrîdê rakin dest bi hevdîtinan bikin

AMED - Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Rezan a Amedê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek hev par dan û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û li şûna wê hevdîtin bê kirin. DBP û HDP'ê ji hikûmetê xwestin ku dest ji polîtîkayên Îttihat û Terakkiyê berdin.

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Rezan a Amedê, têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê civîna hevpar pêk anîn. Civîn li avahiya DBP'ê ya Rezan pêk hat. Di civînê de Hevserokê DBP'ê yê navçeya Rezan Ramazan Dengiz, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 salin di bin tecrîda giran de ye û xwest ev tecrîd bi dawî bibe. Dengîz, anî ziman ku Ocalan li dijî şer, kuştin û rijandina xwînê ya li Rojhilata Navîn lêkolînek gelek hêja kiriye û bûye feylozofê aştî û çareseriya demokratîk. Dengiz, da zanîn ku pitî 15'ê Tîrmehê Erdogan û Bahçelî bûne yek û bi hişmendiya Îttihat û Terakkiyê pêvajoyek nû dane destpêkirin. Dengiz, da zanîn ku Erdogan DBP, HDP û rêxistinên din ên demokratîk li pêş xwe wekî asteng dibîne û dest bi karê perçebûnê kiriye. Dengîz, da zanîn ku ji bo pergala Serokdewletîbûnê her tiştî dike. Dengiz, heri dawî ji hikûmetê û Erdogan xwest dest ji hişmendî û polîtîkayên Îttîhat û Terrakiyê berdin. Dengîz, bang li hikûmetê kir û xwest dîsa bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bidin destpêkirin û dest bi pêvajoya diyalog û çareseriyê bikin. Dengîz, ji hikûmet û dewletê xwest êdî di sala 2017'an de dest ji şer berdin û rê li pêş diyalog û hevdîtinên bi Ocalan re vekin û dest bi pêvajoya çareseriyê bikin.