Parazvanên mafan di 'Rûniştina F' de azadiya Ahmet Turk xwestin

STENBOL - Parazvanê mafên mirovan di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 248’an de ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku tedawiya wî tê astengkirin azadî xwestin.

Parazvanên Mafên Mirovan, çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 248’an de berdewam kir. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehan li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de siloganên “Bila girityên nexweş serbest bên berdan", “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin û silogana "Mirov bi mafê xwe mirov e" “Bila Ahmet Turk serbest bê berdan" berz kirin. Parazvanên mafên mirovan di vê hefteyê de bal kişandin ser Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê girtî Ahmet Turk û xwestin Turk serbest bê berdan. Vê hefteyê parazvana mafên mirovan Hatice Onaran daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş serbest bên berhdan. Onaran, anî ziman ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk 74 salî ye û girtî ye û xwest Turk serbest bê berdan.



Onaran anî ziman ku dema prz. Ceren Boztoprak, li girtîgehê Turk ziyaret kir, li tenişta Turk Waliyê Stenbolê yê berê Huseyin Avni Mutlu girtî bû û wiha got: "Em dê ji bo her kesî edaletê bixwazin. Em dê ji bo hemû girtiyên nexweş bixwazin girtî serbest bên berdan. Li Girtîgeha Sîlîvrî mafê girtiyan ê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Em dixwazin bi lezgîn ev pêkanînên li dijî mafên mirovan bi dawî bibe.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Aşye Acar Başaran jî li vir axivî û xwest Ahmet Turk bi lezgîn serbest bê berdan.