Bav Taş: 16 mehin rayedar li ku ne?

ÎDIR - Bavê leşker Seftar Taş ê DAÎŞ'ê ew şewitand û kuşt Aydin Taş, diyar kir ku kurê wî 16 mehin hatiye revandin û heta niha tu rayedarên dewletê pê eleqeder nebûye. Bav Taş, anî ziman ku ew ji bo kurê xwe gelek caran çû Enqereyê, lê tu encam negirt. Taş, da zanîn ku rayedaran her dem got "Em dê te agahdar bikin" û tu encam bi dest nexist.

DAIŞ'ê şewitandin û kuştina 2 leşkerên TSK'ê yên li Bab'ê dîl girtibûn bi dimenan û raya malperên înternetê bi cîhanê re parve kir. Piştî dîmen hatin parvekirin, Tirkiye înternet asteng kir û destûr neda ku ew dîmen bên belavkirin. Lîsa dîmenen şewitandina leşkeran gihişt milyonan kesan. Pişti DAIŞ'ê dîmenên şewitandina leşkeran parve kir, derket holê ku leşkerên salek berê ji aliye DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin Seftar Taş ê 22 salî û Fethî Şahin e. Hat diyarkirin ku Seftar Taş ji Îdirê ye û Fethî Şahîn jî ji Osmaniyê ye. Piştî bûyerê bavê Seftar Taş Aydin Taş 2 rojin li benda daxuyaniya hikûmetê ye. Seftar Taş dema li Kilisê li Qereqola Hidud a Şehit Mehmet leşkeri dikir, di 1'ê Îlona 2015'an de ji aliyê DAİŞ'ê ve hat revandin û dîl hat girtin. Ji wê demê heta niha malbata Taş agahiyê ji kurê xwe nagirin.

16 MEHIN KESÎ NEPIRSÎ

Bav Aydin Taş destnişan kir ku der barê kurê wî yê hatiye revandin de rayedaran heta niha pirsa wî nekiriye û pirsên wî jî nebersivandine û wiha got: “16 mehin çima heta niha kesi pirsa min nekir? Em perîşan bûn. Em her roj tên kuştin. Çavê me her roj li rêyan e. Em dibêjin belkî der bare kurê me de agahiyek bê. Lê tu kesî pirsa me nekir. 16 mehin ji bilî çend rojnameyan tu kesî halê me nepirsî. Ger ku rojnamegeran pirsa me kiribûya û nûçeyê vê yeke çêkiribûna belkî tiştekî wisa nebûya. Di dema xwe de zêde kesî pirs nekir.

EZ DU CARAN ÇÛM WEZARETÊ MIN ENCAM NEGİRT

Bav Taş, da zanîn ku wî du caran serî li Wezareta Karên Hundir da, lê encam negirt û vegeriya. Taş, anî ziman ku rayedarên Wezareta Karên Hundir her dem got "Dema agahiyek bigêje destê me emê te agahdar bikin. Lê tu kesî ez agahdar nekirim. Rayedarên dewletê bi min eleqeder nebûn. Tenê parlamenterê HDP'ê Mehmet Emin Adiyaman mijar xist rojeva meclîsê. Lê pirsên wî jî li meclîse nehatin bersivandin. Dema ez çûm qereqola cendirmeyan jî min tu agahî bi dest nexist.

Taş, da zanîn ku ew dixwaze ew dîmen û agahiyên DAIŞ'ê parve kirine raste ya na fêr bibe û 2 rojin ji rayedaran agahiyek fermî dixwaze. Taş, anî ziman ku ji bo ew dîmenên vîdeo ne rast bin dua dike u wiha got: "Em carek din perîşan bûn û hilweşiyan. Em li benda agahiyek fermî ne. Dema me agahî bihîst hevsera min ji ser hişe xwe çû. Ger ku daxuyaniyek bê dayîn dê teseliya me bikeve.'

Parlamenterê HDP'ê yê Îdire Mehmet Emin Adiyaman jî anî ziman ku salek berê ji bo aqûbeta leşker Seftar pirsname da Wezareta Parastina Neteweyî û wiha got: "Salek di ser pirsnameya min re derbas bû, lê hêj bersivek zelal nedane min. Ji bilî pirsnameyê gelek caran ez derketim kursiyê û min ev pirsgirêk anî rojeva meclîsê. Her dem taloq kirin. Herî dawî 15 roj berê min rû bi rû ji Wezîrê Parastina Neteweyî û Wezîrê Karên Hundir re parve kir. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu nave wî û agahiiyen wî not girtin û got dê bi mijarê eleqeder bibe. Wezareta PArastina Neteweyî ji heman tişt got. Lê tu agahî ji wan nehat."

Adiyaman gotina Serokomar Erdogan a “Divê xwîna me bê rijandin. Heta ku xwîn neyê rijandin ax nabe welat." jî rexne kir û wiha got: "Hûn dê bi dagirkirina Sûriyeyê axa Sûriyeyê bikin welatê xwe. Li gorî feraseta wan divê yek ji bo vê axê bimire. Ji bo wan dayikê kurd û tirkan ên reben ne muhîm e. Di vi şerî de zarokên dayîkên bê guhen tên kuştin."