ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 125'an de li Kolana Yuksele kom bûn û ji girtiyên nexweş re azadî xwest.
Endamên Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 125'an de li Kolana Yuksele kom bûn û ji bo girtiyên nexweş çalakiya xwe berdewam kirin. Koma înîsiyatifê li Kolana Yukselê kom bûn û bê navber siloganên "Bijî Berxwedana zindana" û "Bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî" berz kirin. Li ser navê înîsiyatifê Sihan Aydinkaya daxuyani da. Aydınkaya, diyar kir ku piştî OHAL'ê zext û tundiya li ser girtiyhan zêde bûye û wihagot: "Niha 926 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Ji van girtiyên nexweş rewşa 300 girtiyan giran in û divê di nava yert û mercên taybet de bên dermankirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li gel temenê xwe ye mezin û nexweşiya xwe li Girtigeha Sîlîvriyê tê girtin. Em dixwazin Turk ê 74 salî û girtiyên din serbest bên berdan.
Dîsa li Girtîgeha Maltepe zarokê bi navê H.İ. û M.A. di gireva birçîbûnê dene. H.Î 13 rojin di girevê de ye. Li girtîgehan girti rastî îşkenceya fîzîkî û ramanî tên.