Hevserokên HDP'a Silopıyayê hatin girtin

ŞIRNEX - Hevserokên HDP'a Silopıyayê Aycan Azma û Alî Balin biîdeaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Hevserokên HDP'a Silopiyaya Şirnexê Aycan Azma û Alî Balîn ên ku di 17'ê kanûnê de hatibûn binçavkirin piştî heftayekê îro derketin pêşberî dozgeriyê. Dozger, bi daxwaza girtinê Azma û Balîn sewqî dadgeê kir.

Dadgehê jî bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" biryara girtina her du hevserokan da.

Hat zanîn ku Azma û Balîn, şandine Girtigeha Tîpa T a Şirnexê.