ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, êrîşên li dijî siyaseta kurd wek "êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd" nirxand. Baydemîr got, fatûreya OHAL'ê jî li kurdan hatiye birîn û dest nîşan kir ku, Tirkiye di serdema xwe yî herî tarî re derbas dibe, xelasbûna ji van rojan bi ruhê çareseriya 2013'an pêkan e û got, divê demildest dûman ber bi çareseriyê ve bê zîvirandin.
Bi meha ye li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bênavber binçavkirin û girtin didomin. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, ev êrîşên bi awayekî berfireh li dijî siyaseta kurd pêk tên wek "êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd" nirxand û dest nîşan kir ku, Tirkiye di serdema xwe yî herî tarî re derbas dibe û got xelasbûna ji van rojên tarî jî, bi ruhê çareseriya 2013'an pêkan e.
Baydemîr ê ji dîhaberê re axivî dest nîşan kir ku, siyaseta kurd ji 15'ê tîrmehê heta niha bi awayekî ebrfireh rastî êrîşan tê û hejmarên di dest xwe de parve kir.
DI 17 MEHAN DE 8 HEZAR Û 523 BINÇAVKIRIN
Li gor hejmarên Baydemîr parvekirin, tenê di 150 rojên dawî de hejmara kesên hatine binçavkirin 4 hezar û 222 û hejmara kesên hatine kirtin jî hezar û 68 e. Ji 22'yê tîmeha 2015'an û vir ve jî, 8 hezar û 523 kes hatine binçavkirin û ji vana 2 hezar û 488 kes jî hatine girtin. Dîsa li gor agahiyên Baydemîr dan; ji kesên girtî 12 jê parlementerên HDP'ê, 23 jê hevserokên HDP'ê yên bajaran, 44 jê hevserokên HDP'ê yên navçeyan, 17 hevserokên DBP'ê yên bajaran û 42 hevserokên DBP'ê yên navçeyan jî di navde zêdeyî 750 jê rêveberên HDP'ê yên navçe û bajara ne. Ji van girtinan rêveberiyên herêmî jî nesîbê xwe girtin û heta niha 69 hevşaredar hatine girtin û qeyûm tayînî 51 şaredarî hatiye kirin.
LI DIJÎ AVAHIYÊN HDP'Ê DI 13 ROJAN DE 59 ÊRÎŞ PÊK HATIN
Ji 12'ê kanûnê û vir ve, li 33 bajarên tevahiya Tirkiyeyê, 16 jê hevserokên HDP'ê yên bajaran, herî kêm 756 rêveber û endamên partiyê hatine binçavkirin. Ji van bajaran, li Rihayê 210 kes hatine binçavkirin û di roja 12'emînd e karên îfadeya kesên hatine binçavkirin dest pê kiriye. Ji 12'ê Kanûnê û vir ve, avahiya navenda giştî jî di nav de, 59 avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan rastî êrîşan hatin.
‘FATÛREYA OHALÊ LI KURDAN HAT BIRÎN'
Baydemîr piştî dayîna van hejmaran got, "Qaşo OHAL ji bo dewletê hatibû îlankirin, hela li vê derewê binihêrin. Li vî welatî li ser derewan rejîmek tê avakirin" û anî ziman ku, Rewşa Awarte 5 mehên xwe temam kiriye û fatûreya wê ya herî giran li kurdan hatiye birîn. Baydemîr ji bo vê dîmenê got, "Derbe bi xw eye. Heke cûnta bi ser biketana, wê heman tişt bikirana, cûnta bi ser neket, AKP heman tiştî dike" û dest nîşan kir ku, rêbazên bi salane tên ceribandin, tu encamê nadin careke din hatine ceribandin û dixwazin bi vî awayî encamê bigirin.
Baydemîr wiha got: “Ez ji we dipirsim, heke vê bîlançoya min gava din da, çaryeka wê jî li AKP'ê bihatana kirin, wê çi bibûna? Heke li CHP'ê an jî MHP'ê bihatana kirin wê çi bibûna? Ez wisa difikirim, her kes bersiva xwe bi xwe dide."
Baydemîr balê kişand ser tekane armanca van êrîşên li dijî siyaseta kurd û wiha axivî: "Tunekirina destkeftiyên kurda ye, ne hewcî meriv virde wirde bibe; navê vê dijminatiya bi kurda ye, tunekirina destkeftiyên wan e."
Baydemîr balê kişand ser daxuyaniyên Wezareta Dadê yên têkildarî çêkirina 175 girtîgehên nû û wiha dest nîşan kir: "Wezîrata Dadê mizgînî daye. Wê di sala 2017'an de 175 girtîgehan çêbike. Qet ne hewce ye birêz wezîr, hemû rûberiya (mesaheya) Tirkiyeyê ji xwe veguheriya girtîgehê. Em di girtîgeheke vekirî de ne. Ev nîşaneya operasyonên hîn berfirehtir e. Xizmeta wan î herî mezin û lezayî bûye çêkirina girtîgehan, lê bê ka wê bibe qismetê kê. Gelo wê kî têkeve wan girtîgehên nû tên çêkirin. Kî dizane?"
‘WÊ HEMAN AQÛBET BÊ SERÊ WAN'
Baydemîr operasyên "KCK'ê" yên piştî hilbijartinên herêmî yên 2009'an ketin dewrê bi bîr xistin û wiha got: "Yên ew qûmpas çêkirin, yên 4-5 salan hevalên me di girtîgehan de ragirtin, jiyana hin hevalên me tarûmarkirin, ku hin ji wan hîn jî girtî ne. Ez behsa serokê şaredariyan dikim. Dozgerên wê serdemê, mudurên polîsan ên wê demê madekarên fezlekeyan bûn, dadwer niha li kuderê ne? Hemû di girtîgehê de ne. Bawer bikin, wê heman aqûbeta were serê kesên niha bi derhuqûqî tevdigerin jî."
‘DIVÊ DÛMEN LI RUHÊ ÇARESERIYÊ YÊ 2013'AN BÊ ZÎVIRANDIN'
Baydemîr pêvajoya ku Tirkiye tê re derbas dibe wek "serdema herî tarî ya Tirkiyeyê" nirxand û wiha axivî: "Eger bêyî beka tarûmar bibe dixwazin ji vê tarîtiyê derkevin, divê demildest dûmen bê zîvirandin, meqes bên guherandin. Divê dûmen jî, meqes jî li ruhê 2013'an bê zîvirandin. Bêyî bêtir rûxandin çêbibe, bêyî zêdetir êş xwe bidin der, bêyî êşên telefiya wan bên jiyîn pêk bên, heke dûmen ber bi 2013'an ve bê zîvirandin, wê çêtir be. Li ser zemînekî bê mirin em ê bi hev re karibin bimeşin û li ser pêvajoyeke hevpar wê muzakere karibin bên destpêkirin. Vê atmosfera ku em niha dijîn, atmosfera OHAL'ê xerabiya herî kirêt bi xwe ye."
‘RÊYA DERKETINÊ DI AZADIYA KURDAN Û DEMOKRASIYA JI BO TIRKIYEYÊ DE YE'
Baydemîr balê kişand ser teklîfa guherîna qanûna bingehîn jî wû wiha axivî: "Ferz bikin, ev qanûna bingehîn guherî. Ez eşkere dibêjim; bê ka ji kê re dibe niyet ji kêre dibe qismet. Li vî welatî êdî mîsogeriya tu tiştî tune ye. Bi temam ji sînorên huqûqê hatiye derketin. Binhêrin sefîrek ji aliyê polîsekî û bi çeka dewletê li nêv Enqereyê tê qetilkirin. Ez dipirsim, ewlehiya kî ji me heye. Kî ji me dikare derkeve û bibêje ez di ewlehiyê de me. Careke din dibêjim, derketina ji vê atmosferê, vegera ruhê 2013'a ye. Bila hikûmet di şaşiyên xwe de israr bike. Em ê jî her di rastiyê de israr bikin. Em tenê rexne nakin, em hem neynikê didin be rçavê wan û hem jî rêya xelasiyê pêşniyar dikin. Wek muxalefet peywirek me jî, pêşniyara rêya xelasiyê ye. Tenê rêyek heye; azadiya ji bo kurdan, demokrasî û aşitiya ji gelên tirk û Rojhilata Navîn."