Pêşî bavê xwe, dawiyê kurê xwe li sînor winda kir

ŞIRNEX- Felek Encu ya ku dema bavê wê ji bo îdaniyê ji wan re bikire çû wî aliyê sînor û jiyana xwe ji dest da, piştî salan kurê wê jî dema ji bo xercaneya xwe yî sersalê ber bi sînor ve diçe, li heman cihî jiyana xwe ji dest dide.

Li ser komkujiya Roboskiyê 5 sal derbas bûn, lê hîn jî êşa hemû dayikan wek roja ewil teze ye. Ji wan dayikan yek jê, êşa wê xwe digihîne zarokatiya wê. Felek Encu, di komkujiyê de kurê xwe yî 17 salî Erkan Encu winda dike. Dema digihîje cihê komkujiyê, rastî bedena perçekirî ya kurê xwe tê û ev dîmen, wê ber bi zarokatiya wê, mirina bavê wê ve dibe. Felek Encu dema biçûk bûye, hew qederê bavê wê tê bîra wê. Dema bavê wê ji bo bi erzanî îdaniyê ji wan re bikire, berê xwe dide wî aliyê sînor. Lê belê Ramazan Encu, rêya tê re diçe careke din lê venagere. 30 sal di navberê re derbas bûye, lê hîn jî çarenûsa vê xakê neguheriye. Çarenûsa kurê wê jî, wek a bavê bû. Kurê wê Erkan Encu yê ku ji bo xercaneya sersalê çû wî aliyê sînor, tenê cenazeyê wî yê perçekirî ji malbata wî re ma.

‘5 SAL BERÊ ÇAWA BÛ; NIHA JÎ EM HEMAN TIŞTÎ DIJÎN'

Felek Encu diyar dike ku, di ser re ewqas dem derbas bûye jî, lê êşa wan wek roja berê û wiha dibêje: "Jiyana me eynê ye, wê salê me çi jiyabe, niha jî em heman tiştî dijîn. Tu dibêjî qey heşê me ne li serê me ye, em nizanin em çi hîs dikin. Ji wê rojê heta niha, ne dawetek ne jî tiştek çêbû li vî gundî. Êşa me wek wê rojê teze ye. Em hevalên zarokên xwe dibînin, hemû mezin bûne, dilê me diêşe. Ne tenê em, hemû cîranên me, gundiyên me vê êşê dijîn."

Encu tîne ziman ku, ew tim bi bîranên zarokên xwe re dijîn û dibêje, li mala her kesî wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hene, 5 sal e hemû rojên wan li goristanê derbas dibe.

Wiha vedibêje: "Di biharê de em diçin bêriyê, li wan deran baxçeyên me hene. Lê dema em diçin wir, em digirîn. Ew rê, rêyên ku zraokên me di wan re derbas bûn, cihê ku komkujî lê pêk hat, cihê ku cenazeyên zarokên me hatin perçekirin." Encu li qutiya joleyê, pirtûka dibistanê, formayê ji kurê wê maye dinihêre û hêstir ji çavên wê dibarin.

XEYALÊN WAN, DAXWAZÊN WAN DI DILÊ WAN DE MA

Encu bi çavên şil wiha domand: "Li vir saha me yî bixalî heye, havînan zarokên me diçûn bi gogê dilîstin. Ji xwe re forma dabû çêkirin, ji Stenbolê hat Şirnexê, dema em çûn me anî. Du caran jî li xwe nekir. Dema ev forma hatin pir kêfxweş bûbû, zaf ji futbolê hez dikir. Heke nemirina belkî, bibûna lîstikvan, wezîşkar. Xeyalên wan, daxwazên wan her di dilê wan de man. Ji bo pêşeroja wna planên me hebûn, ew jî di dilê me de man."

Encu bi brî dixe ku, gelê kurd zaf ciwanên xwe spratiye xakê û dibêje, tenê ne ew ên zarokên xwe, ew hemû xeyalên ciwanan di dilê xwe de vediguhezînin.

‘EZ SÊWÎ MEZIN BÛM'

Felek Encu dibêje “Ez sêwî mezin bûm, wisa mezin bûm. Min bavê xwe qet nedît" û wiha didomîne: "Çi hat bvaê serê min, heman tişt hat serê kurê min jî. Ez zaf biçûk bûm, ser çavê wî jî nayê bîra min. Xizmên me hene li Iraqê, xalê min, apê min li wir bûn. Diya min vedibêje, ber bi îdê ve ji bo îdaniyê bikire çû wir. Wê demê eşya li wir erzantir bûn. Kekê min li leşkeriyê bû, wê demê leşkerî dirj diajot. Li cihê komkujî lê çêbû, mayîn teqiya û jiyana xwe ji dest da. Kurê min jî, li heman cihê bavê min jiyana xwe ji dest da. Tenê ne kurê min, piraniya kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan xizmên min in. Husnu û Savaş Encu apên wan bûn."

Encu dibêje êşa wan mezin e, he rçiqas dem di ser re derbas bûbe jî wek roja berê ew hîs dikin û diyar dike ku, bihara borî jî komkujiyek çêbû û 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Encu diyar dike ku, Vedat Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, di fermiyetê de li ber navê wê ye.

ZIMANÊ KESÎ NAGERE NAVÊ WÎ BIBÊJE

Felek Encu diyar dike ku, piştî komkujiyê kurekî wê çêbûye û wan navê kurê xwe Erkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye lê kiriye û wiha didomîne: "Min navê wî, li kurê xwe yî ku piştî wî çêbû kir. Lê ne li derve û ne jî li hudnur kes bi wî navî bangî wî nake. Zimanê kesî nagire navê wî bibêje."

Dîcle Muftuogl/Devran Toptaş - dîhaber