ENQERE - Rojnameger Kenan Kirkaya ku 10 rojan di bin çavan de hat girtin, diyar kir ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir hatiye binçavkirin û wiha got: "Pêkanînên ku niha xistine meriyetê ji pêkanînên darbeya leşkerî ya 80'ê derbas kiriye."
Rojnameger û Şefê Nûçeyan ê DÎHA ya bi biryara KHK'e hat girtin Kenan Kirkaya di 12'ê Kanûnê de li mala xwe hat binçavkirin û pişytî 10 rojan di bin çavan de ma serbest hat berdan. Rojnameger Kirkaya û 16 siyasetmedarên kurd di heman rojê de li Enqereyêhatin binçavkirin. 17 kesên hatin binçavkirin ji 3 dosyayên cuda hatin darizandin. Heta 5 roj derbas bûn, dozgerê ku lêpirsîna dosya Kirkaya bimeşîne nehatibû tayînkirin. Rojnameger Kenan Kirkaya piştî 10 rojan di bin çavan de ma bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Kirkaya anî zimanku ev operasyon ne tene li dijî HDP’ê ye, li dijî hemû beşên civake pêk tê û wiha got: "Di vê operasyonê de ez bûm şahid ku kesên hatin binçavkirin ne bi rêxistinî û ne jî bi tu awayên din têkiliya wan bi hev tune. Kî ketiye pêş kom kirine û binçavkirine. Em raste rast bi fermana Wezareta Karên Hundir hatin binçavkirin. Em bi fermana tolhildanê hatin binçavkirin. Ferman da û hewcedariya wê pêk hat. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê tîrmehê berê xwe daye civakê. Êdî li girtîgehan hêjmara girtiyên siyasî gihiştiye 60 hezar kesan. Li tu welatî ew qas 'Terorîstên botansiyel' di nava xwe de venahewînin. Li tu welatî wekî Tirkiye kesên ku fikrên wan u nerînên wan ji hev cuda wekî terorîst bi nav dike tune ye."
'ŞENS JI KÊRE DERKEVE'
Kirkaya anî ziman ku rewşa heyî darbeya leşkerî ya 80'ê derbas kiriye û wiha berhdewam kir: "Me berê darbeya 80'ê ji pirtûkan dixwend, lê niha em bi çavê xwe dibînin û dijîn. Dema ez hatim binçavkirin ez bûm şahidê vê tabloya 80'ê. Dibe ku ev ne îşkenceya fîzîkî û qaba be. Lê helwest û nêzîkatî û tundiya taybet û derûnî ji ya salên 1980'an wêdetir e. Salona Sporê xistine xismeta midûriyeta polîsan. Balkêş e Salona Sporê ji aliyê Îdareya Milli Piyango ve hatiye amadekirin. Wekî ku bêje şens ji kêre derkeve. Li heman salonê kesen bi ji doza “FETO” hatine binçavkirin jî hene. Hemu kesên tên binçavkirin di heman salonê de tên rawestandin. Li ser kesên ji doza FETO hatine binçavkirin leşker hene. Di nava wan re general jî hene. Di nava wan de teslîmiyetek heye. Operasyona teslîmiyet û îtîatê ye."
Kirkaya anî ziman ku berê ji dosa KCK'ê ji aliyê dozgerên ku îro tên darizandin ve hat binçavkirin û îro li gel wan dîsa di bin çavan de ye. Kirkaya da zanîn ku ew hêj mexdûrên wan dozgeran in. Kirkaya, da zanîn ku cudahiya di navbera wan û kesên ji doza FETO tên darizandin sinc, edalet û heqîqet e û wiha got: "Kî dibe bila bibe ger ku rastî neheqiyê bê û mafê wî bê binpêkirin em dê mafê wan biparêzin. Lê ew ne wisa ne."
Kirkaya, da zanîn ku di 2 paçeyên Salona Sporê de jî Qesra Serokomar tê xuyakirin û îfadeya wan li salona li hemberî Qesra Serokomar dihat girtin. Kirkaya, bilêv kir ku sedema binçavkirina wan jî "Neheqiya li Serokomar " bû û wiha got: "Dixwazin mezinantiya Qesrê nîşan bidin. Dixwazin hêz û qutreta wê nîşanî civakê bidin. Dixwazin em vê yekê qebûl bikin. Pêvajoya ku Tirkiye tere derbas dibe pêvajoyek tarî û kor e. Tu pîvan û rêgez tune ye. Li gorî konjuktura sîyasî tev digerin. Nayê zanîn ku ev heta kengi biçe."