Reqayiyên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin: Kurd û ereb xwişk û birayên hev in

REQA- Kurd û erebên ku di operasyona Xezeba Firatê ya ku ji aliyê OSQ'ê ve ji bo rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin de, hatin rizgarkirin peyama "Em gelên ku xwîşk û birayên hev in, tu kes dê nikaribe vê xira bike" dan.

Kurd û erebên ku di operasyona Xezeba Firatê ya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji bo rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin de hatin rizgarkirin peyama xwîş û biratiyê dan û diyar kirin ku ew ê desturê edin dijminatiyê û cudakirina ji hev. Hêzên QSD'ê ku hevparên nû yên gelên Sûriye dixa nav xwe û pêş ve diçe li dijî kesên ku tovên dijminatiyê dixa nava gelan têkîliyên kurd û ereban ên ku zirar ditîne ji nû ve sererast dike.

'DAIŞ DIJMINATIYÊ DIXE NAV GELAN'

Welatiyê bi navê Heser Elî yê ji gundê El Xafiyê ye diyar kir ku 3 sal in di bin zilma DAIŞ'ê de dijîn û bi salan kurd û erab bi hevre jiyan kirine, piştî ku DAIŞ'ê qadên wan ê jiyanê dagir kiriye di nav bera gelan de alozî derxistiye. Elî anî ziman ku tê xwestin kurd û ereb bibin dijminê hev û wiha axivî. "Hewl didan ku em nêzîkî hev nebin. Niha piştî ku gundê me azad bû em bi rehetî dikarin biçin û bên cem hev. Êdî em ê bi vî rengî nejîn û bi hevre jiyana xwe ava bikin."

'EM BI HEVRE JIYAN'

Ji gundê Dahwayê welatiyê bi navê Mistefa Mihemmed Abdullah jî got ku ji Selahattîn Eyyubî heta niha ereb û kurdan gelek bandor li hev kirine û hem di warê jiyanê hem jî di warê çandî de heman tabyetiyên nhev gritine. Abdullah destnîşan kir ku tu mafê kesekî tuneye ku nifeqê bixe nava gelan û ew ê desturê nedin vê yekê. Abdullah diyar kir ku Suriye welatê hemû gelan e û divê hemû kes jî xwedî vê yekê derkevin û ji bo welatê xwe şer bikin.

TÊKÎLÎ TÊ SERERASTKIRIN

Jina bi navê Yazê Ehmed a eslê xwe ereb e jî diyar kir ku kurd û ereb xwîşk û birayên hev in bi salan in bu kurdan re danûstendinên wan hene, hem li gundan hem jî li bajaran bihevre dijîn. Yazê Ehmed wiha axivî: "DAIŞ'ê xwest tu têkîliyên me qut bike lê me destur neda vê yekê. Piştî ku gundên me ji wan hate rizgarkirin em ê têkîliyên ku hatine xirakirin sererast bikin. Xwestin me tune bikin lê bi ser neketin. Em bang li hemû kesan dikin. Em gelên ku xwîşk û birayên hev in. Tu kes nikare vê xira bike."

Nazim Daştan-dîhaber