Leşkerên TSK'ê 3 welatî kuştin

MÊRDÎN - Leşkerên girêdayî TSK'ê li ser sînorê Qamişlo û Mêrdîn 3 bira kuştin û 3 jin jî birîndar kirin.

Şevê din leşkerên girêdayî TSK'ê li gundê Hemdone ya dikeve navbera bajarên Mêrdîn û Amûdê, 6 kes gulebaran kirin. Di gulebaranê de 3 birayên bi navên Refet Osman, Fîras Osman û Mezher Osman jiyana xwe ji dest dan. 3 jinên bi navên Ayat Xelîl, Samiya Hemûd û Emîne Mihemed jî birîndar bûn. Hêzên Asayîşê piştî agahdarkirinê berê xwe dan cihê bûyerê. 3 jinên birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê û nenazeyên hersê birayan radestî malbata wan kirin. Heta niha bi dehan welatî ji aliyê leşkerên girêdayi TSK'ê ve li ser sînor hatin kuştin.