NAVENDA NÛÇEYAN - Berfa 2 rojin li herêma Serhedê dibare rêyên 477 gundan ji çûn û hatinê re girt. Li Colemêrgê rêyên 120 gundan, li Wanê rêyên 28 gundan, li Bedlisê rêyên 324 gundan û li Mûşê jî rêyên 5 gundan ji ber berfa zêde ji çûn û hatinê re hatin girtin.
COLEMÊRG
Rêyên 120 gundên Colemêrgê hatin girtin.
Li navend û navçeyên Colemêrgê ji ber berfa zêde bariya rêyên 27 gund û 93 gundikan hat girtin. Li navçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê berfa ji duh êvarê ve dibare rêyên gelek gundan ji çûn û hatinê re girt. Bilindahiya berfê li cihên bilind 2 metre li navendan jî gihişt metreyekê. Ji ber berfa zêde û bahozê li tevahiya bajêr rêya 27 gund û 93 gundikan hat girtin. Seferên balafiran a Navçeya Geverê jî betal bû.
WAN
Li Wanê jî rêyên 28 gundan hat girtin
Li gorî agahiyên Serokatiya Daîreya Rêyan ji ber berfa ku ji duh ve dibare li navçeya Payizava rêyên 40 gundan, li navçeya Miksê rêyên 4 gundan, li Artemetê rêyên 3 gundan, li Şaxê rêya gundekî bi giştî rêyên 48 gundan ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
BEDLÎS
Li gorî Midûriyeta Xizmetên Ragihandin û rêyan a Îdareya Taybet rêyên 324 gundên girêdayî navend û navçeyên Bedlisê ji çûn û hatinê re hatin girtin.
MÛŞ
Li Mûşê jî ji ber berfa zêde rêyên 5 gundên girêdayî Bajar ji çûn û hatinê re hatin girtin.