Xebatkarên YOL TV: Em destûr nadin televîzyona me bê girtin

STENBOL - Xebatkarên YOL TV yên ekrana televîzyona wan hat reşkirin, bi armanca biryara "Rawestandina weşanê" şermezar bikin daxuyanî dan û gotin "Em destûr nadin ku televîzyona me ya di rêya medya hawiz de nemeşiya bê girtin"

Xebatkarên YOL TV bi armanca biryara rawestandina weşanê şermezar bike li qada Galatasarayê çalakî pêk anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de li gel xebatkarên Yol Tv, rêveberên HDP, Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, rêveberên Halkevlerî, ODP, Sendîkaya Rojnamegrên Tirkiye (TGS), TUM-TOKDER, rêxistinên elewiyan, Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, Hayatın Sesi TV, TV 10 û İMC TV jî di nav de gelek kes amade bûn. Xebatkarên Yol TV xwestin Sekreterê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Zeynel Odabaş serbest bê berdan û astengiyên li pêş weşanê bên rakirin. Komê di çalakiyê de dowîzên “Dengê Elewiyan TV 10 nayê girtin" û pankarta "Yên vedigerin bila vegerin ez venagerim ji rêya xwe" vekirin. Komê bê navber siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Dengê elewiyan nayê qutkirin" berz kirin. Dîsa di çalakiyê de binçavkirina rojnamegerên hatin binçavkirin jî şermezar kirin û xwestin rojnameger serbest bên berdan. Di çalakiyêde duaya kevneşopiya elewiyan Gulbang jî hat xwendin

Midûra Nuçeyan a YOL TV Işil Kurt, diyar kir ku 38 sal derbas bûn, lê dibînin ku hêj helwesta dewletê ya li hemberî elewiyan nehatiye guhertin. Kurd, bang li RTUKê jî kir û xwest dest ji van astengiyên li pêş çapemeniyê berde û astengiyan ji pêş wan rake. Kurd, anî ziman ku ew dê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin û astengiyên li peş xwe rakin.

Piştî axaftinan li ser navê elewiyan Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan Muhittin Yildız daxuyanî da. Yildiz, bal kişand ser peyama Odabaş a 'Kes nikare me ji rêya me vegerîne" û wiha got: "Li aliyekî zext û binçavkirin didomin. Li a liyê din qanalên ku deng û çavên elewiyan tên girtin. Elewiyan bi kedek mezin û zahmetiyên gelek mezin qanala xwe ava kir. Lê ji ber ku me neda şopa medya hawiz hat reşkirin. Lê em destûr nadin ku televîzyona me bê girtin.

Serokê ODP'ê Alper Taş jî anî ziman ku ew ne tenê ji bo kesên di demên dawî de hatin binçavkirin u hatin girtin li vir in û wiha got: "Em ji bo hemû zext û pêkanînên li ser hêzên muxalif şermezar bikin em li vir in. Em ji bo zextên li dijî HDP, çapemeniya azad û hemû beşên civakê li vir in.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.