NAVENDA NÛÇEYAN - Serê sibê li Amed û Stenbolê 5 rojnameger di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku hevdîtina parêzeran li wan hat qedexekirin, îdîaya der barê wan de bi SABAH'ê re hat parvekirin. Rojnameya Sabahê sernavê rojnameger “Bi RedHack’ê re di îrtîbatê de ne" hatin binçavkirin weşand.
Rojnameger û Midûrê DÎHA ya hat girtin Omer Çelîk, li Stenbolê Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Metin Yoksu, Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsiyarê Îdareya Rojnameya Bîr Gunê Mahir Kanaat, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Piştî rojnameger di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatin binçavkirin, birin midûriyetên polîsan. Parêzerên ku xwestin biçin bi rojnamegeran re hevditin bikin, qedexeya hevditina parêzeran anîn û destûr nedan ku parêzer biçin rojnamegeran bibînin. Parêzeran diyar kirin ku heta 5 rojan qedexe danîne ser hevdîtina parêzeran a bi rojnamegran re. Lê li aliye din rojnameya SABAH'ê ya nêzî hikûmetê bi ser navê “Bi RedHackê re di îrtîbatê dene" weşand û wekî "Koma yekîneya hiş" bi nav kir. rojnameyê di nûçeya xwe de wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 9 kesên di nava koma ku bi yekîneya koma RedHackê re di nava têkiliyê de ye hişekî ava dike biryara girtinê daye û 5 kesên şikdar binçavkirine. Lê ji ber ku 3 kes li dervê bajar in nehatine girtin û der barê kesekî de biryara lêgerînê didome.
Li ser şikê bi fermana Dozgriya Komarê ekîbê Midûriyetea Şaxa Têkoşîna bi Sucdariya Organizê ya Stenbomlê re rojnameger hatin binçavkirin. w
Rojnameyê di nûçeyê xwe de wiha mikur hat: “Şikdar bi navê koma hacker a RedHackê li dijî zagonan xebatên xwe li ser komên medyaya civakî parve dikin. Dikin propaganda u belav dikin. Bi vî rengî hiş û aqilekî çêdikin. Di operasyona li 4 bajaran de ji 9 şikdaran Fatih Yagmur û Deniz Yucel Hunkar Alican Duman ji ber ku li dervê bajar in nehatine girtin. Rojnameger Omer Çelik, Metin Yoksu, Tunca Îlker Ogreten, Eray Sargin û Mahir Kanaat hatin binçavkirin. Hat zanîn ku şikdarek jî hêj der barê wî de biryara lêgerînê didome.
Parêzrên ku xwestin rojnameger Omer Çelik û Metin Yoksu bibinin heta 5 rojan der barewan de biryara qedexeyê hat dayîn û nikarin biçin hevdîtina muwekilên xwe.