STENBOL - 433 sînemagerên piştgiri dan danezana Akademîsyenên Hewldana Ji bo Aştiyê ya "Em nabin şirikê vî sûcî" rastî lêpirsînê hatin.
433 sînemagerên ku piştgirî dan Hewldana Ji bo Aştiyê ya Akademîsyenên deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin rastî lêpirsînê hatin. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê teblîgat ji Sendîkaya Lîstikvanan re şand û xwest biçin îfade bidin. Midûriyeta Polîsan bi îmzeya Haydar Ozdemir tebligata “11328 şikdarên qaşo ji bo aştiyê deklerasyon weşandin li dijî xala 2016/5734'an propaganda rêxistina dijzagonî kiriye. di dîroka 14701/2016'an de sînemageran bi daxuyaniyekê piştgirî daye. Têkildarî vê mijarê der barê 433 kesan de bi sedema ‘Pesnê sûc û sûcdar daye lêpirsîn hatiye destpêkirin. Midûriyetê ji Sendîkala Listekvanan xwest agahiyên der barê endamên xwe yên navê wan di lîsteyê de heye ji wan re bişînin. "