Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ewlehî di asta herî jor de ye

AMED- Piştî sûîqasta li dijî qeyûmê Dêrikê, ji bo qeyûm Cûmalî Attîla yê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû teddîrên ewleyiyê gihaştin asta herî jor.

Qeyûm Cûmalî Atîlla yê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, bi tevdîrên ewleyiyê yên awarte tê parastin. Piştî li şûna Firat Anli û Gultan Kişanakê wek qeyûm hat tayînkirin, kolana li ber şaredariyê bi barîkatan hat girtin. Her wiha avahiya edliyeyê ya di heman rêzê de ye jî, bi bariyerên hesinî hatiye dorpêçkirin û li kolanê parkirina wesayîtan qedexe ye.

EWLEYÎ DI ASTA HERÎ JOR DE YE

Li herêma ku asta ewleyiyê di ya herî jor de ye venêrîna tarfîka wesyaît û peyayan tê kirin û ketin û têketina kolana ber bi şaredariyê ve diçe biw esayîtên zirxî hatiye girtin. Polîs li hundirê avahiyê û dervayî wê 24 saetan nobetê digirin, li ser avahiyê jî tîmên taybet hatine bicihkirin, her wiha di hundirê wesayîtên Ford Rangerî jî polîs bi çekên lûledirêj nobetê digirin.

POLÎS TAYÎNÎ NIVÎSGEHA TAYBET HAT KIRIN

Qeyûm Atîlla yê roja ewil hat şaredariyê û di hevdîtina xwe yî bi serokê daîreyan de got, ‘ez dewlet im”, ewil kadroyên endamên AKP’Ê girte kar. Qeyûm, Ercan Bîrcanê ku li şaredariyê bi nêzîkatiya xwe yî bi AKP’ê dihat zanîn jî wek Alîgirê Sekreterê Giştî tayîn kir û her wiha wek qeyûmên din Atîlla jî, dawî li karê çaygerê li qata serokatiyê bû anî.

Li gel vê Atîlla yê ku li şaredariyê cihê 22 serokê daîreyan guherand, cihê xebatkarên Gerînendetiya Nivîsgeha Taybet jî guherand û polîsekî tayînî vê gerînendetiyê kir.

ODE TAHSÎSÎ POLÎSAN HATIN KIRIN

Xebatkarên li qatê ku odeya meqamê lê ye, ji wir hatin derxistin û li şûna wan polîsên ku nobetê digirin hatin bicihkirin. Xebatkarê ku mesaiya wî biqede, di derketinê de mecbûre ku mifteya deriyê odeya xwe teslîmî polîsan bike.

Atîllayê ku ji aliyê hikûmetê ve hat tayînkirin, heta niha carekê li bajêr hatiye dîtin. Atîllayê ku di nav artêşa parêzkaran de li têketina avahiya xizmetê axivî daxuyaniyeke wiha dabû: “Di destpêkê de ez spasiya wezîr, serokwezîr û serokomarê me dikim ku ev peywir tevdiyî min kirin. Ji niha û pê ve înşele, wê bi hemû derfetên dewleta me tiştên xweş bên kirin. Ez tu carî qîmetê nadim wan gefxwarinan.” Piştî vê daxuyaniyê, xebatkarên şaredariyê jî di nav de heta niah kesî qeyûm nedîtiye.

PIŞTÎ SÛÎKASTÊ ALARM

Piştî Qaymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin û bi sûîqastê hat kuştin, qeyûm Atîlla ji nişkave qeyrana dilî derbas kiribû.

Piştî vê sûîqastê ji bo zêdekirina tevdîrên ewlehiyê alarm hat dayîn. Li avahiya şaredariyê mekanîzma lêgerîna bombeyê hatiye çêkirin û xebatkarên dikevin avahiyê jî her tim ji aliyê polîsan ve rastî venêrîna nasnameyê tên. Xebatkar li gel di amûra X-rayê re derbas dibin jî, mecbûr dimînin hemû amûrên li ser xwe derdixin. Polîs bi hinceta “ji awirên hin xebatkaran nerihet dibin” ji wan daxwaza derxistina pêlavan jîd ikin.

Her wiha welatiyên ku bariyerên hesinî derbas dikin û dikevin avahiya şaredariyê jî, rastî venêrîna nasnameyê tên. Welatî piştî venêrîna nasnameyan, dubare ji aliyê polîsên nobedar ve venêrîna wan tê kirin. Li vir di amûra X-rayê re derbas dibin û her wiha dubare rastî lêgerînê tên.