AMED - Di operasyona binçavkirinê de Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê Aysel Tugluk, Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydî Firat û Edîp Yaşar hatin binçavkirin.
Li hemberî siyasetmedarên ku di Kongreya Civaka Demokratîk de cih girtin serê sibehê operasyon pêk hat. Li Amedê Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydî Firat li mala xwe ya Peyasê û endamê Diwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê berê Edîp Yaşar hatin binçavkirin. Firat jî demekî endamtiya diwana KCD'ê kiribû.
TUGLUK LI ENQEREYÊ HAT BINÇAVKIRIN
Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê Aysel Tugluk jî li Enqereyê hat binçavkirin. Tugluk demeke Hevseroka KCD'ê bû. Li aliyê din li avahiya KCD'ê ya semta Ofîsê ya Yenîşehîrê polîsan lêgerîn dan destpêkirin.
POLÎSAN LI AVAHIYA KCD'Ê YA BERÊ LÊGERÎN KIRIN
Polîsan serê sibê bi ser avahiya KCD'ê ya berê ku li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Ofîsê bû de girtin û lêgerîn kirin. Di operasyona li dijî siyasetmedarên kurd de bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara de girtin û Leygara binçavkirin. Leygara binçavkirin û birin mitûriyetae polîsan a Amedê. Hat zanîn ku der barê 4 kesên din de jî biryara lêgerînê heye.