Li Roboskê her malek bûye muze

ŞIRNEX- Dayikên Roboskê yên ku bedenên zarokên xwe yên parçekirî spartin axê, bi tiştên wan ên mayî ve sebra xwe tînin. Hinek ji wan nivîsên wan ên dawî, hinek jî bêhna ji atletê wan dikişînin hundirê xwe.

Muzeya Roboskê ya ku ji bo qatlîama Roboskê neyê jibîrkirin dê bihata çêkirin ligel ku hê temam nebûye jî li gund her malek veguheriye muzeyê Li diwarên her malekî wêneyên 34 ciwanên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dane hatiye daliqandin, dayikên ku zarokên xwe winda kirine jî bi tiştên zarokên xwe sebra xwe tînin.

Dayika Salîh Urek, Medîne Urek got ku di 5 salên derbasbûyî de ji bo Roboskê çav û guhên wan li televîzyonan bûye, tekane daxwaza wan jî edalet bû. Medîne Urek bi bîr xist ku jiyana gund bi sînor didomiya û wiha got: "Ev sînor îsal girtî bû û ciwanên me li cihanê belav bû. Mirov ligel qedexeyê jî çûn qaçaxê. Ji ber ku karekî ku bikin tunebû. "

PARÇEYÊ GOPALÊ WÎ LI CIHÊ QATLÎAMÊ HAT DÎTIN

Urek parçeyê dar ê ku girt destê xwe nîşan da û wiha axivî. "Di roja 500'emîn de em çûbûn cihê qatlîamê. Di destê kurê min de her tim gopalek hebû ev jî parçeyekî wî gopalê ye, min li cihê qatlîamê anî. Çekên wan ev bû. Ew zarok qetil kirin, çeka wan ev bû."

Urek got ku ew tiştên ji kurê wê mane vedişerê û her roj dema ku hişyar dibe wekî ku îbadetê bike li tiştên kurê xwe dinêre û axaftina xwe wiha berdewam dike: "5 sal in em bi rondikên çavan hişyar dibin. êşa wan pir giran e. Psîkolojiya zarokên me xira bû. Ev berguhk, tizbî, flash disk, lênûsk û qerewata kurêm in. Qerewat herî dawî wî girêdabû, min jî qet venekiriye, çawa ku wî destê xwe lê dabû wisa ma. Ez her sibehê radibim û li cilên wî dinêrim, piştre karên xwe yên rojane dikim."

Urek piştre jî nasnameya ku veşartiye nîşan da û wiha got: "Dewleta ku ev numereya TC ê nasnameyê daye bila edaletê jî bide."

'EM NIZANIN DIJÎN AN MIRÎ NE'

Yek ji dayikên Roboskê ku bi bîranîn û tiştên zarokên xwe hewl dide jiyana xwe bidomîne jî Rihan Encu ye û ew jî dibêje ku tekane daxwaza wan darizandina kiryarên zarokên wan e lê her roj bi qatlîamên nû hişyar dibin.

Rihan Encu diyar kir ku kurê wê Mahsûn Encu ji bo ku di musabaqayên futbolê de li xwe bike forme daye çêkirin lê qet li xwe nekiye û wiha axivî: "Piştî ku kurê min hat qetilkirin, 2-3 roj derbas bû forma hat. Ez her carê dema ku li dolabê dibînim digirîm. Êdî şev û rojên me bûye girî. 5 sal derbas bû lê em nizanin ku gelê em mirî ne yan sax in. Ev vî çawa ji bîr bikim."

BI BÊHNA ATLETÊ WÎ SEBRA XWE TÎNE

Rihan Encu bi rondikên xwe wi axaftina xwe berdewam kir: "Ev 5 sal in forma li dolabê ye, dema ku ez ji dolabê tiştekî hildidim, formayê dibînim û digirîm. Wekî ku min kurê xwe nû winda kiriye. Ev atlet jî wê rojê li ser wî bû hê jî bêhna wî heye. Ez jî ji bo bêhna wî bigirim her tim bêhn dikim. Hevalên wî hê jî tên futbolê dilîzin û ez gelek xemgîn dibim."

'EZ ÇAWA JI SER XWÎNA WÎ BIÇIM'

Birayê Mahsûn, Dogan Encu jî got ku birayê wî dema ku sax bû ew nedibir qaçaxê. Dogan Encu anî ziman ku ji bo mala wan çêbikin, birayê wî diçû qaçaxê û wiha axivî: "Piştî wî jî ez neçûm. Ma ez ê çawa ji ser xwîna wî bimeşim û biçim."

DI NEWROZÊ DE NEKARÎ ÇEFIYA XWE BAVÊJE STÛYÊ XWE

Dayika Cemal Encu, Xezal Encu jî got ku kurê wê xwendekar bû û ji bo lêçûnên xwe yên dibistanê diçû qaçaxê, Xezal Encu, lênûsk, pûşî, goreyên kurê xwe vedişêre û bi vî rengî sebra xwe tîne jî wiha axivî: "Ev 5 sal in ez li van tiştan dinêrim û digirîm. (Lênûska kurê xwe vedike û nivîsa wî nîşan dide) Qerewata wî disekine. Xwest ez doza pûşiya wî çêbikim, dixwest di Newrozê de bavêjê stûyê xwe lê nebû."

Dîcle Muftuoglu/Devran Toptaş - dîhaber