Elewiyên li Edeneyê dijîn: Em niha bi fikar in

EDENE - Berdevkê Demî yê Platforma Elewiyên Edeneyê Şukru Şahîn ê li Edeneyê têkîldarî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên elewiyên ereb lêkolîn kir diyar kir ku der barê hişyariya êrîşê de rewşekî fiîlî tuneye û wiha got: "Gundiyan gotina 'me li vir kesên ku îstixbaratê kom biek nedît û nebîhist.Me tiştekî bi vî rengî jiyan nekiriye lê em niha ditirsin' bi kar anîn."

Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê di rapora xwe ya îstixbaratê ya 4'ê mijdara 2016'an de agahiya dê li dijî elewiyên ereb ên li gundên Ayvalik, Devecîuşagı, Hamzali, Kaldirim, Kizildam, Narlioren, Asmali, Demîrtaş, Golovası, Kesmeburun, Kuzupinari û Sugozu yên bi ser navçeya Yumurtalikê DAIŞ'ê êrîş pêk bîne ji keya û rûspiyan re nivîs şand. Piştî vî hişyariya cendirmeyan Platforma Elewiyên Edeneyê li gundan lêkolîn pêk anî. Têkîldarî mijarê hem Wezareta Karên Hundir û hem jî Walîtiya Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin û mufetîş hatin peywirdarkirin.

'ME LÊKOLÎN BI WAN RE JÎ PARVE KIR'

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ê Edeneyê û Berdevkê Demî yê Platforma Elewiyên Edeneyê Sukru Şahîn diyar kir ku wan ewil bi Waliyê Edeneyê re hevdîtin pêk anîne û piştî hevdîtina bi walîtiyê jî li 2 gundên Yumurtalikê bi welatiyan re hevdîtin pêk anîne. Şahîn destnîşan kir ku wezaret û walitiyê der barê terzê agahdarkirina hişyariyê de lêpirsî dane destpêkirin û agahiyên ku di encama hevdînan de bi dest xistine jî bi wan re parve kirine.

'DI HEVALAN DE TIRS Û FIKAREK HEYE'

Şahîn da zanîn ku piştî hişyariya cendirmeyan çûne gundên elewiyên ereb ên li navçeya Yumurtalikê û wiha axivî: "Li herdu guhdan me dît ku fikarekî zêde heye, mirov di xwe ewlehiyê de nabînin. Gundiyan gotina 'me li vir kesên ku îstixbaratê kom dikin nedîtiye û nebîhistiye. Me tiştekî bi vî rengî jiyan nekir, lê em niha ditirsin' ji wan re bi kar anîne."

'DIXWAZIN ÎMPARATORIYA TIRSÊ AVA BIKIN'

Şahîn dest nîşan kir ku tiştekî ku bibe pirsgirêk naxuye, li wir bêhtin penaberên Sûriyeyê hene û karkeriya çandiniyê dikin. Şahîn got ku gundên elewî û suniyan li cem hev in tu caran jî pirsgirêk nehatiye jiyîn. Şahîn wiha axivî: "Îstixbarat û hişyarkirinên bi vî rengî ne cara yekem e. Dixwazin împaratoriya tirsê ava biafirînin. Her tim elewiyan bi qatlîman ve dixwazin bixin nava fikaran."

'EM Ê NEBIN LÎSTIKVANÊN VÎ TEXTÊ'

Şahîn ê ku gotina "Li vî welatî li dijî elewiyan qet gefên qatlîamê bi dawî nebû" bi kar anî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di nava gefên qatlîamê yên bi vî rengî de elewî para xwe digirin. Di demeke nêz de ez li benda gefa DAIŞ'ê nînim. Welatên emperyalîst dixwazin Tirkiyeyê bikin texteyê kişikê. Wekî ku hûn dizanin li ser vî texteyê piyan jî hene, şah jî hene. Em ê wekî civaka elewî nehêlin ne bibin piyon ne jî şah.Em ê li ser vî textê nebin lîstikvan. Em ê li dijî emperyalîzmê serxwebûnê, li dijî faşîzmê jî demokrasiyê biparêzin."