Enternasyonalîstên di riya Reqayê de: Em hêviyê xurt bikin

REQA - Şervanên tabura enternasyonalîst a ku di riya rizgarkirina Reqayê de yek ji hêzên diyarker e diyar kirin ku Şoreşa Rojava ji bo welatên rojavayî di warê guhertina civakê de tovên hêviyê ji nû ve şîn dike û gotina "Divê ev hêvî bê xurtkirin" bi kar anîn.

Tabura ku ji aliyê şoreşgerên enternasyonalîst ên ku bi baweriya şerê li ser axa Sûriyeyê pêşiya veguherîna civakî veke tevlî refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûne, yek ji hêzên diyarker ên di riya rizgarkirina Reqayê de ye. Nestor Aras ê fransî yên beriya 2 meh û nîvan hatiye Rojava û li vir tevlî taburê bûye diyar kir ku taybetiya herî mezin a şoreşê azadiya jinan e, şervanê yewnanî Yoldaş Yewnanistan jî got ku şoreş ji bo civakên rojavayî guhertina şoreşê pêk bê rê vedike.

'FERASET TÊ GUHERTIN'

Aras ê fransî diyar kir ku 2 sal in Rojava dişopîne û dema li Fransayê bû têkîliya wî bi tevgerên Marksîst û Lenînîst hebû, piştî demek jî biryara hatina Rojava girtiye. Aras da zanîn ku 2 meh û nîv e li bakurê Sûriyeyê bûye parçeyekî parçeya şoreşa demokratîk, ji kurdan û pêvajoya ku pêşengiyê dikin gelek tişt fêr bûye. Aras bilêv kir ku ew xwe aydî şoreyê dibîne û wiha berdewam kir: "Ez di ferqê de me ku ev ji bo me hemûyan e. Bi vî berpirsyariyê ez ber bi Rojava, ber bi şoreşê hatin. Ji piştgiriyê wêde min xwest ez di nav de cih bigirim. Şoreşa vê derê gavekî pêşketî ye. Li gorî berî pêşketinek heye. Li vir hem di civakê de hem jî di jiyana mirovan û ferasetê de guhertin çêdibe."

'DIVÊ ŞOREŞ BÊ PÊŞXISTIN'

Aras anî ziman ku taybetiya herî mezin a şoreşa Rojava azadiya jinan e, damezirînerên bingehîn ên sîstemê jin in û wiha got: "Ji bo gelên cuda guhertinek heye. Bingeha bihevre jiyanê heye. Dibe ku di nava me de kesên xwedî fikrên cuda hene hebin. Lê ya esasî rastiya vê derê ye. Ya girîng jî ev e. Ji ber vê yekê jî divê bêpêşxistin." Aras da zanîn ku li Fransayê der barê Rojava de agahî kêm in tenê rêxistinên şoreşgerî agadar in, raya giştî ya Fransayê, Rojava tenê di warê şerê li dijî DAIŞ'ê dizanin divê ev bê belavkirin.

LI ENIYA ŞER ROJNAMEGEREKÎ LI DIJÎ ŞER

Yoldaş Yewnanistan ê ku beriya 7 mehan ji Yewnanistanê hatiye jî diyar kir ku dekeke dirêj e di nava têkoşîna şoreşgerî de cih digire jî anî ziman ku şoreş li axa Sûriyeyê rastiya xwe dibîne. Yewnanistanê wiha got: "Navê vî jî Rojava ye. Li Ewropayê û civakên rojavayî hema ku fikra guhertina civakî nepêkan e serdest e. Rojava nîşan da ku geşedanên civakî û şoreşî pêkan e." Yewnanistan diyar kir ku di pêvajoya Kobanê de girêdana wî xurtir bûye û bi kurdiya xwe ya kêm ev tişt anî ziman: "Rojava cihekî ku hemû kes xwe dibîne ye. Di esasê xwe ez li dijî şer û kuştina mirovan im. Ligel vê yekê jî şoreşa Rojava min kişand xwe. Ev rewşekî nakok bû. Ji ber vê yekê min di nava progandayê de di nava çapemeniyê de cih dît. Ez vî operasyonê wekî şoreşgerekî çapemeniyê dişopînim û hewl didim rastiyan ragihînim gelên cihanê."

Yewnanistan anî ziman ku ew nivîsên ku rastiyan vedibêjin ji çapemeniya Yewnanistanê re dişîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rojên borî ez bi awayekî dîmenî tevlî civîna hêzên polîtîk ên li Yewnanistanê pêk dianîn bû. Bernameyekî ji bo girtiyên siyasî bû. Min Rojava û geşedanên heyê vegot. Tecrubeyên şoreşa vê derê parve kir. Hem ji bo Yewnanistanê hem jî ji bo Rojava hin tiştan dikim. Li vî axê destdayîna şoreşê girîng e. Heke li vir şoreş tê nivîsandin ev ji bo gelê Yewnanistanê destkeftiyekî girîng e. Heke qala enternasyonalê bê kirin tu kes nikare Rojava nedîtive bê. Ev esas e. Divê ev hêvî bê xurtikirin."

Nazim Daştan-dîhaber