Ji bo girtiyên nexweş hat girtin û nexweş ket

MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD'ê Ali Tanriverdî ku ji bo parastina mafên girtiyên nexweş têdikoşiya, di operasyona li dijî HDP'ê de hat girtin. Tanriverdî li gel du caran emeliyata dil bûye dîsa hat girtin û li girtîgehê nexweş ket. Prz. Ozgur Çaglar, diyar kir ku Tanriverdî ji bo girtiyên nexweş azad bibe têkoşiya, lê îro ew hat girtin û li girtîgehê nexweş ket.

Piştî di 10'e Kanûnê de li navçeya Beşîktaşê li dijî polîsan êrîş pêk hat û 37 jê polîs 44 kesan jiyana xwe ji dest da, bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li dijî HDP'ê û DBP'ê operasyon pêk hat û zêdeyî 600 kesan hatin binçavkirin û bi sedan kes hatin girtin. Di operasyona 12'ê Kanûnê de li Mêrsînê jî 106 kes hatin binçavkirin û heta niha Serokê ÎHD'ê yê Mêrsînê Alî Tanriverdî jî di navde 66 kes hatin girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrsînê Alî Tanriverdî yê 71 salî tevî 2 caran ji dilê xwe emeliyat bûye hat binçavkirin û girtin. Tanriverdî pişti hat girtin, nexweş ket. Prz. Ozgur Çaglar, diyar kir ku Parazvanê Mafên Mirovan Tanriverdî bi salan e li dijî zextên li ser girtiyên nexweş têkoşiya, lê ew jî hat girtin û li girtîgehê nexweş ket. Tanriverdi, di 2012'an de dîsa ji operasyona KCK'ê hatibû binçavkirin û girtin û 4 mehan girtî mabû. Tanriverdî ku tenê tev li daxuyaniyên çapemeniye bû bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Dadgehê xebatê Tanriverdî yê hilbijartina 7'ê Hezirana 2015'an ên dema namzetê HDP’ê bû hincet nişan da. Parêzerê Tanriverdî û Endame Komîsylona Hiquqê yê ÎHD'ê Ozgur Çaglar, diyar kir ku Tanriverdî û yên li gel wî hatin girtin, bi awayekî esbere hatin girtin û beyî der barê wan de lêkolîn bike biryara girtinê hat dayîn. Çaglar, anî ziman ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Propaganda rêxistinê" hatin girtin.

JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊKOŞIYA ÎRO EW GIRTIYÊ NEXWEŞ E


Çaglar, anî ziman ku tu sûcê ku Tanriverdi bê girtin tune û tenê ji bo parastina mafên mirovan kiriye û ji bo girtiyên nexweş tekoşiya ye hatiye girtin. Çaglar, da zanîn ku Tanriverdî 2 caran emeliyata dil derbas kiriye û wiha got: "Tanriverdî ji bo girtiyên nexweş têdikoşiya. Lê îro ew hatiye girtin û we bûye girtiyê nexweş Bi salan ji bo bibe dengê girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest bê berdan têkoşiya. Lê li şûna girtiyên nexweş bên berdan, ew jî hat girtin û tev li girtiyên nexweş bû.

GIRTINA TANRIVERDÎ SIYASÎ YE

Çaglar, anî ziman ku hemû kesên hatin girtin bi biryara siyasî hatin girtin û girtina wan li dijî hiqûqêye. Çaglar, anî ziman ku dema Tanriverdî namzete Parlamenterê HDP'ê bû.