REQA- Dayikên li gundên di operasyona Reqayê de hatin rizgarkirin diyar kirin ku DAIŞ êdî nikare ji zarokên wan şervan û bombekarên zindî berhev bikin ji ber vê yekê kêfxweş in.
Di riya Reqayê de li gundên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve tên rizgarkirin pêkanînên DAIŞ'ê derdikevin holê. Reqayiyên ku di operasyona "Xezaba Firatê" de azad dibin diyar kirin ku DAIŞ herî zêde zirar daye zarokên wan û zarokên wan ên biçûk direvînin di êrîşên bombeyî de bi kar tînin.
Li gundê El Ehmediye ya ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat rizgarkirin jina bi navê Hediye Mihemmed (40) diyar kir ku zarokê wê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye revandin û ew li pey zarokê xwe ketiye û xilas kiriye, şandiye Lubnanê. Mihemmed da zanîn ku piştî ku gundê wan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin zarokên wan hatine revandin û DAIŞ'ê ji zarokên wan cenawir derxistiye.
HAWARA DAYIKÊ
Mihemmed destnîşan kir ku zarokên wan di bin navê "cihadê" de hatiye revandin û wiha axivî: "Kurê min revandin û perwerde kirin. Zarok li mizgeftên gundan kom dikirin û li wir perwerde dikirin. Zarok dixapandin û dişandin perwerdehiyê. Di bin navê nimêjê de mejiyê wan bi fikra cihadê dişuştin. Piştre jî tevli DAIŞ'ê dikirin û dişandin şer." Mihemmed destnîşan kir ku beriya 5 mehan kurê xwe ji DAIŞ'ê xilas kiriye û demekî ji kurê xwe qet agahî negintiye lê her tim li wî geriyaye, çûye cihê ku kurê wê tê ragirtin bi wî re axiviye, ew qanî kiriye. Mihemmed wiha berdewam kir: "Ez hîn bûm ku kurê min jî xwestiye biçe. Me jî riyek dît û çûn wê derê. Min kurê xwe ji bo vegerê qanî kir. Min kurê xwe anî û ji bo ku careke din neçe û tevlî wan nebe şand Lubnanê. Bi vî rengî li gund gelek zarok birin."
Mihemed anî ziman ku piştî ku gundê wan ji aliyê QSD'ê ve hatiye rizgarkirin êdî DAIŞ nikare zarokan bixapîne û bide şerkirin. Mihemed wiha got: "Em gelek kêfxweş in. Gund û malên me hatin rizgarkirin. Em ji ber vê yekê gelek kêfxweş in. Êdî nikarin zarokên me birevînin. Êdî kesekî nikarin bikin çete."