MÊRSÎN - Rojnameger Îbrahîm Gezicî, der barê "Deklerasyona Moskova" ya di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de hat îmzekirin nirxand û diyar kir ku ev deklerasyon Komara Ereb bêzir diperçimîne û li dijî federasyonê. Gezîcî, diyar kir ku êdî ne Rûsya û ne jî DYA bi mutefîkê xwe Tirkiye bawer nabe.
Rojnameger û nivîskar Îbrahîm Gezîcî "Deklerasyona Moskova" ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de hat îmzekirin nirxand. Rojnameger Gezîcî, anî ziman ku di encama geşedanên li Halebê de komên selefi sewqî herêma Îdlîbê kirine û wiha got: "Komên OSO û El Nusna ji Halebê sewqi Îdbilê kirin. Piştî vê yekê pirsa gelo "Gelo dê bi hevkariya Tirkiye di ser Kîlîsê re derbasî Rojava bibin ya na? Li gori vê protokolê nêzî 40 hezar sivîl perçeyek ji Rojhilatê Helebê derbasî Rojhilatê Helebê yê di kontrola Rejîma Sûriyê de ye kirin. Perçeyekî wan şandin Efrînê ya di kontrola YPG/YPJ'ê de. Endamên OSO yên birîndar jî dê bişînin Tirkiye û li Tirkiye wan derman bikin. Komên li Tirkiye dê di ser Kîlîsê re derbasî herêma Şehbayê bibin. Tirkiye di cemaweriya navneteweyi de wekî ku li dijî DAIŞ'ê şer dike derbasi Sûriye/rojava bû û ji Cerablusê ber bi El Babê diçin. Armanca operasyonê piştî pêngava yekem li dijî herêmên di kontrola YPG'ê de bûn. TSK, operasyona li dijî El Babê bi tevlêkirina hêzên OSO û Ahrar El Şamê dest pê kir. Lê heta îro bi qasî wan dixwest operasyon pêş neket. Ji ber vêyekê armanc dike ku hêza OSO ya li Helebê tev li hêzên El Babê bike. Ji herêma Cerablusê heta El Babê ku ji qadek gelek fireh pêk tê di halê hazir de Hevparên OSO bi tena serê xwe nikare kontrol bike. Ji ber vê yekê dixwaze perçeyek hevparen OSO yên Helebê derbasî El Babe bike"
'POLÎTÎKAYÊN TIRKIYE LI HEBEÊ TÊK ÇÛN'
Gecîzî, anî ziman ku polîtikayên "Neo-Osmanî" yên Tirkiye yên li Sûriye bi şerê li Helebe re têk çû û wiha berdewam kir: "Hêzên OSO û komên cihanî bi salan in li Halebê û Azezê di bin hîmayeya Tirkiye de alîkariya çekan dihat kirin. Tirkiye heta niha bi awayekî spesifik li Helebê û bi giştî li Suriyeyê di serî de hevparên Suriyê gelek kom û rêxistinên cîhadî parst. Lê îro piştî hêzên cîhadîst û OSO têk çû, polîtikayên Neo-Osmani yên li Sûriye têk çûn. Wê demê Tirkiyeya ku bi salan e piştgiriyê dide cîhadistên Hebelê, pişti Heleb û Sûriye têk çû dê çi bike? Niha tiştek xuya nabe. Ji ber vê yekê niha li Sûriye aliye ku bi ser ket Rûsya û Îran e. Ji bo vê yekê neçar ma ku bi Îran û Rûsyayê re hin peymanan îmze bike û têkeve bin desthilatdariya wan.
'DI NAVENDA SÛÎKASTA SEFÎRÊ RÛS DE HEBEB HEYE'
Gezîcî, êrîşa li diji Sefîrê Rûsyayê yê li Enqereye hat kuştin jî nirxand û wiha got: "Êrîşa li dijî Sefîr Andrey Karlov girêdayî geşedanên li Helebê ye. di ve pêvajoya ku hemû geşedan di nava hev de pêş dikevin, Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê ji aliye polîsekî ve tê kuştin. Sedema kuştina Sefîr dîsa Heleb e. Piştî vê êrîşê li Moskova Tirkiye, Îran û Rûsya li hev kom bû û deklarasyona hevpar imze kirin. Di deklerasyonê de xala ku "Yekîtî, serdestî û serxwebûna Komara Sûriyeya Ereb a hemû beş û mezhebên civakê yên ji Tirkiye, Îran û Rûsyayê vedihewine û diparêze û wekî dewletek demokratîk qebûl dike û diparêze cih digire. Deklarasyon bi vî halê xwe mafê gelek reng, bawerî û mezheban diparêze û mîsoger dike. Di nerîna kurdan de jî dîsa Tirkiye û Sûriye li ser xalekê dibin yek. Serdestiya Komara Ereb diparêze û li dijî federasyonê belgeya dijberiyê diparêze. Tirkiye, Îran, Rûsya û Sûriye dîsa li ser welatê unîter bûne yek. Ji ber vê yekê ev deklerasyon bi vî halê xwe Tirkiye li Peymana Lozanê de li ser masa dîplomasiye wekî li ser nave kurdan kurdan temsîl bike nişan dide.
'TIRKIYE ÎRAN Û SÛRIYE LI SER KURDAN LI HEV KIR
Gezîcî, der barê xala dawî ya deklerasyonê de jî axivî û wiha got: "Tirkiye, Rûsya û Îranê di xala "Li dijî DAIŞ û El Nusra de dê bi biryar têkoşîna hevpar bikin" Lê bi vê xalê Tirkiye ku heta niha hevkariya El-Nusra dikir bi polîtîkayên xwe re dikeve nava nakokiyê. Di heman demê de PYD/YPG'ê bi awayekî polîtîk weki "Rêxistina terorê" dibîne û êrîş dikin. Van êrîşên xwe hêj berdewam dike. Di ve çarçoveyê de bi xala 8'an re di nava nakokiyê de ye.
Bi xala dekrasyonê Îran Tirkiye û Rûsya li dijî daxwaza kurdan a federasyonê derdikevin û vê daxwaza wan red dikin. Hersê dewlet li dijî kurdan lihevhatinek dirokî pêk anîn.
TIRKIYE DÊ GIRÊDAYÎ RÛSYA Û ÎRANÊ BE
Gezicî, diyar kir ku êdî Tirkiye bû welatê girêdayî Îran û Rûsyayê û wiha got: "Êdî Tirkiye nikare pêşeroja xwe di Sûriyeyê de bibîne. Tirkiye bi îmzekirina deklerasyona Moskovayê êdî bû welatê girêdayî Rûsya û Îranê. Ev jî nîşan dide ku rojên bêtir xerab li pêş Tirkiye ne. Tirkiye dê êdî bêtir xwe di nava çiravê de hîs bike. Êdî Tirkiye di navbera Îran û Rûsyayê de nikare tiştekî bike. Dê bêtir li axa Sûriyeyê asê bimîne. Dê ji bo Babê dengê xwe bi Tirkiye re nekin. Lê Tirkiye nikare li Babê bimîne."
Gezîcî bal kişand ser vîdeoya 2 leşkerên TSK'ê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin şewitandin û wiha got: "Ev êdî nerîna DAIŞ'ê ya li hemberî Tirkiye bêtir zelal kir. Êdî DAİŞ'ê hemû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeya ku ji aliyê Rûsya û Îranê ve tê birêvebirin qut kir.
GER TIRKIYE BI KURDAN RE LI HEV KIRIBÛYA DÊ TIRKIYE BI SER BIKETA
Gezicî herî dawî bilêv kir ku ger Tirkiye bi kurdan re li hev kiribûya dê di geşedanên li Rojhilata Navîn de Tirkiye bi ser keribûya.
Ahmet Kanbal - dihaber