AMED - Der barê Hevserokê BES'ê yê Amedê Bedîrhan Çetînkaya yê ku hate girtin de ji ber xebatên wî yên sendîkayê yên tevlîbûna meş û daxuyaniyan bi daxwaza 20 sal ceza doz hat vekirin. Çetinkaya ji bo ku zeviya xwe ji şîrekta neftê ya fransî biparêze xendek kolabû, ligel ku wê demê li tu derê xendek tunebû jî bi îdiaya piştgirî daye xendekan doz lê hat vekirin.
Der barê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê ku Bedîrhan Çetînkaya yê ku dema Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Amedê bû de ji ber ku di 2015'an de beşdarî meş û daxuyaniyên çapemeniyê bûye lêpirsîna ku hatibû vekirin hate temamkirin û îdianame hat amadekirin. Der barê Çetînkaya yê ku di 3'ê cotmehê de hate girtin de di îdianameya ku ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de bi îdiaya "endamtiye rêxistinê" "endamtiya rêxistinê" heta 20 salan ceza tê xwestin.
MAMAYA ZAROKAN DELÎLÊ SÛC HAT HESIBANDIN
Nişeyên ku Çetînkaya ji bo welatiyên Sûrê girtibû yên wekî mamaya zarokan, paçê zarokan, nivîn, doşek di îdianameyê de wekî sûc hatine hesibandin. Çetînkaya di 2015'an de tevlî meşa şermezarkirina qatlîama Enqereyê bûbû ev yek jî wekî "propagandaya rêxistinê" hat dîtin.
PIŞTÎ BI KHK'Ê HAT GIRTIN JI KAR JÎ HAT ÎXRAÇKIRIN
Di îdianameyê de ji ber pankarta "Li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer em ê aştiyê biparêzin" û slogana "li dijî faşîzmê mil bi mil" jî tê îdiakirin ku "pankart û sloganên piştgiriyê dide rêxistina terorê" hatine hilgirtin û hatine berzkirin. Dîsa tevlîbûna Çetînkaya ya daxuyaniya ji bo perwerdehiya zimanê dayikê, çalakiya ku ÎHD her rojên şemiyê ji bo aqûbeta windayan bibirse li dardixe jî wekî sûc tên dîtin û tê gotin ku ev xebatên sendîkayê nîne di bin navê xebatê sendîkayê de "endamtiya rêxistinê" hatiye kirin. Çetînkaya piştî ku hatibû girtin bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe hatibû îxraçkirin.
PARASTINA ZEVIYÊ SÛÇ HAT DÎTIN
Çetînkaya ji bo ku zeviya xwe ji şîrketa neftê ya fransî ya bi navê NV TURKSE PERENCO biparêze li gundê Alçikê ya Sûrê bi welatiyên gund re li qiraxa zeviyê xendek kolabû. Ev helwesta gundiyan di çapameniyê de jî cih girtibû. Ev yek jî di îdianameyê de wêneyê ku bi gundiyan re li ber xendekê kişandiye wekî "xebatên YPS'ê" hate nîşandan. Dema ku wêne hatibû kişandin ligel ku li tu derê xendek tunebû jî ev yek di îdianameyê de cih digire.
Doz dê di mehên pêş de li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.