Afîşê bîranînê kirin sedema girtinê

ÎZMÎR - Xwînere Kovara Kaldiraç Alî Fuat Eroglu, di 16'ê kanûnê de li metroya Konaka Îzmirê hat binçavkirin û bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin. Hat zanîn ku Eroglu bi hinceta afîşa bîranina Alî Serkan Eroglu yê di sala 1997'an de hat kuştin û hêj kujer nehatiye ronîkirin, li ser wî hatiye dîtin hat girtin.

Xwînerên Kovara Kaldiraçê Alî Fûat Eroglu û Sîbel Yaşar, di 16'ê kanûnê dema ji Metroya navçeya Konakê ya Îzmirê derdiket li ser şikê hat rawestandin û pişt re bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin. Dema Alî Fuat Eroglu û Sibel Yaşar hatin binçavkirin di çantaye Yaşar de afîşên wêneyê Mahir Çayan, Îbrahim Kaypakkaya, Che Guevara, Bekir Kilerci û Ali Serkan Eroglu hene hat dîtin. Eroglu û Yayar piştî bi fermana Dozgerê Komarê Omer Dogruoz hatin binçavkirin sewqî Şaxa TEM'ê dozgeriya nobedar hatin kirin. Eroglu û Yaşar piştî lêpirsîna TEM'ê sewqî 3'emîn Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin. Heyeta dadgehê bi îdiaya "Li gel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê dadgehê sûc kiriye" biryara girtinê da. Der barê Yaşar de jî bişertê kontrola edlî serbest berda. Heyetê sedema girtina Eroglu, wêneyê Alî Serken Eroglu yê di sala 1997'an de ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin
li ser wî hatine girtin nîşan da. Heyetê afîşên li ser Eroglu hatin girtin wekî "argumanên rêxistinê" bi nav kir. wekî amûra propaganda rêxistinê" bi nav kir.

Heyeta Dadgehê Kovara Kaldıraç û Komeleya Lêgerîna Çanda Anadu (AKA-DER) wekî xebatên îlegal pênase kir.