REQA – Dijwar Mihemmed Ebdûllahê reqayî, di mewziyên operasyona Xezeba Firatê de ber bi bajarê xwe ve diçe.
Operasyona Xezaba Firatê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji bo Reqayê hat destpêkirin, roj bi roj bi azadkirina gundan ber bi navenda bajêr ve diçe. Di pêngava ku jin pêşengiya wê dikin de, piraniya şervanan ji ciwanên ku ji Reqa û gundên wê ji ber zilma DAIŞ’ê reviyan pêk tê û ji ber leza xwe diyar dike. Yek ji wan ciwanên reqayî yê ji ji ber zilma DAIŞ’ê tevlî YPG’ê bûye jî Dijwar Mihemmed Ebdûllah (Gerîlla) e û di refên herî pêş ên pêngavê de cih digire.
Ebdûllah dest nîşan dike ku, ew ji bo rizgarkirina bajêr gav bi gav bi pêş ve diçin û balê kişand ser girîngiya pêşveçûyîna pêngavê ya hem ji bo hel hem jî ji bo şervanan. Ebdûllah diyar kir ku, wan di pêngavê de gund û gel rizgarkirine û wiha got: “Ev saleke min bajarê xwe nedîtiye. Li wir ji malbata min gelek kes hene. Ez pûm şahidê pêkanînên wan î li ser gel. Ji ber vî şensê ji bo min hatiye dayîn, ku ez ê tola gelê xwe bistînim zaf bextewar im.”