RIHA - Li navenda Rihayê ji ber komira ku weqfê belav kiriye asîmanê bajar di nava mij û dûmanê de ma.
Li navçeyên Eyyubiye, Karakopru û Halîliye yên Rihayê mij û dûmana ku ji ber komira ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ve hatiye belavkirin li asîmanên bajar belav dibe bandora neyînî li serj iyana bajar dike. Lİ taxên Bahçelîevler, Ataturk, Kanberiye, Şair Nebîû Yenîşehîrê jibilî mijê dûman jî zêde bû ji ber vê yekê welatî nikarin derûdorên xwe bibînin.
Berê jî gelek caran ev rewş bûbû mijara nûçeyan lê ligel vê yekê jî xemsariya rayedaran û belavkirina komira nebaş didome.