Rojnameger Omer Çelîk şandin Stenbolê

AMED - Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê ku hate girtin Omer Çelîk ê duh hate binçavkirin di çarçoveya lêpirsînê de şandin Stenbolê.

Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê ku hate girtin Omer Çelîk ê ku di çarçoveya operasyona li dijî rojnamegeran li Amed û Stenbolê hat lidaristin de şandin Stenbolê. Rojnamegerên ku hatin binçavkirin bi hinceta ku li ser dosyayê biryara sînordarkirinê heye destur nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin lê di rojnameya Sabahê ya nêzî hikûmetê de ye nûçeya "têkîliya wan bi RedHaskê heye" "koma têgehê" hatin weşandin.

Di çarçoveya operasyonê de Midûrê Nûçeyan a DÎHA'yê ku hatibû girtin Omer Çelîk, nûçegihan Metîn Yoksu, nûçegihanê Dîkenê Tunca Ogreten, Berpirsyarê Hesabgiriyê ya BîrGunê Mahîr Kanaat, Midûra Karên Nivîsan ê ETHA'yê Derya Okatan û Xwedî û Midûrê Karên Nivîsar a Yolculukê Eray Sargin hatin binçavkirin.