ENQERE - Bavê Mujgan Ekin Esat Ekin, têkildarî windakirina keça xwe ya 2 mehin agahî jê nayê girtin, diyar kir ku polîsan piştî 48 rojan îşkence li kaça wî Mujgan Ekîn kirin, birin li axa Cerablusê berdan.
Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê û Xebatkara Ozgur Gun Tv Mujgan Ekîn di 24'ê Cotmehê de li Enqereyê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û windakirin. 2 mehin agahî jê nayê girtin. Bavê Mujgan Ekin Esat Ekîn têkildarî windakirina keça xwe li avahiya Navenda ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Bavê Mujgan Ekîn Esat Ekin û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Bavê Mijgan Ekin, Esat Ekîn, diyar kir ku polîsan di 24'ê Cotmehê de keça wî li Enqereyê revand û wan têkildarî mijarê serî li dozgeriyê da. Esat, da zanîn ku polîsan 48 rojan îşkence li keça wê kiriye û piştre li axa Cerablusê serbest berdaye. Esat Ekîn, ani ziman ku ji ber çapemenî û cemawerî li keça wî xwedî derket nekuştine û bi saxî li axa Cerablûsê berdane û wiha got: "Keça min Mujgan peyam ji min re şand û got 'Ger ku gel li min xwedî derneketiya we dê cenazeyê min bigirta. Ez hezkirina xwe ji were dişînim.'
BAV EKÎN : 48 ROJAN ÎŞKENCE KIRIN
Bav têkildardî keça xwe Mujgan wiha got: "Wekî hûn dizanin di 24'ê Cotmehê de li gorî dîmenên mobese û şahidan ên li Enqereyê me fam kir ku keça min hatiye revandin. Me serî li dozgeriyê da. Lê me encam negirt. Ji mere ragihad ku polîsan 48 rojan îşkence li wê kiriye û piştre ew li Cerablusê berdane. Diyar kir ku sedema sax mayina wê ya herî mezin, xwedîderketina çapemenî, sazî û gelê me ye."
MUJGAN EKÎN: GEL LI MIN XWEDÎ DERNEKETIYA DÊ CENAZEYÊ MIN BIHATA DÎTIN
Bav Ekin, anî ziman ku keça wî Mujgan peyama "Ger ku gel li min xwedî derneketiya dê cenazeyê min bihata dîtin. Ez hezkirina xwe dişînim." şandiye.
TURKDOGAN: BINÇAVKIRINEN LI DERVÊ QEYDAN PÊŞ DIXIN
Hevserokê Giştî yê ÎHD'e Ozgur Turkdogan jî axivî û wiha got: "Em naxwazil li vir têkevim nava polemikan. Emê pir kêfxweş bin ku li vî welatî mirov neyên windakirin. Ji bo saziyên fermî têxin nava zahmetiyan em tev nagerin. Windakirina Hurşit Kulter, Taşkin Yasak û Mujgan Ekin binçavkirinên li dervê qeydan in. Divê hikûmet têkildarî vê yekê tedbîran bigire. Divê der barê mijarê de lêkolînek berfireh bike. Ev mijar sûcê kar û peyvirê ye. Li Tirkiye hêj bi sedan mirov aqûbeta wan ronî nebûye. Her hefte Dayikên Şemiyê aqûbeta windayan dipirsin. Heta ku Tirkiye erk û peyvira xwe ya Navneteweyî pêk bîne û aqûbeta van windaan ronî bike em dê têkoşîna xwe berhdewam bikin."
EKÎN DI 11'Ê KANÛNÊ DE GIHIŞT MALBATA XWE
Mujgan Ekîn piştî 48 rojan rastî îşkenceyê hat, li Cerablusê ya di bin kontrola TSK'ê de ye serbest hat berdan. Majgan Ekin, piştî li Cerablusê hat berdan di 11'ê Kanûnê de bi riya telefonê gihişt malbata xwe. Malbata Ekîn di 25'ê Kanûnê de bi armanca piştrast bike dîsa bi keça xwe Mujgan Ekîn re ketin têkiliyê û fêr bûn ku sax e.