Parêzer Bek der barê polîsan de gilî kir

EDENE - Li Edeneyê parêzer Tugay Bek ê ku ji ber ku di bin çavan de kelepçeya ters qebûl nekir hate derbkirin, der barê polîsan de gilî kir.

Parêzer Tugay Bek ê ku li Edeneyê dema ku bi îdiaya "der barê wî de îxbar heye" hate binçavkirin û kelepçeya ters qebûl nekir ji aliyê nêzî 40 polîsan ve hatibû derbkirin. Parêzer der barê polîsan de gilî kir.

Bek piştî gilî kir parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem in li ber avahiya Edliyeya Edeneyê ya berê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Îşkence dê bêceza nemîne" hate vekirin de parêzer Alî Akinci axivî û diyar kir ku Bek dema binçavkirinê de kelepçeya ters qebûl nekir ji ber vê yekê jî rastî îşkenceyê hatiye. Akinci destnîşan kir ku bi vî pêkanîna li hemberî Bek qedexeya îşkence û muameleya xirab hatiye binpêkirin û wiha got: "Ev pêkanînên nemirovê ku hempîşeyê me rû bi rû maye, me der barê berpirsyaran de gilî kir."

Akinci herî dawî jî wiha axivî: "Em ê li dijî hemû êrîşan, pîşeya xwe, mafên mirovan û hiqûqê biparêzin."