Zarokên girtî li dijî zextan 18 rojin di grevê dene

STENBOL - Zarokên bi navê H.Î. û M.A. yên li Girtîgeha Zarokan a Maltepe tên girtin, li dijî zextên li ser girtiyan tên meşandin, 18 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Prz. Gunay Dag, diyar kir ku li hemû girtîgehan binpêkirin zêde bûne û ev pêkanînên li dijî girtiyan nayê qebûlkirin.

Zarokên ku dest û piyên wan hatin kelepçekirin û şandin odeyên bi navê "hucreyên bi singer", li dijî pêkanîna rêveberiya girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Zarokên ku ketin çalakiya greva birçîbûnê diyar kirin ku heta ev pêkanînên rêveberiya girtîgehê berdewam bike dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Zarokên bi navê H.Î. û M.A. li dijî zextên li ser girtîgehê 18 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Piştî parêzer hefteya borî li Girtîgeha Zarokan a Maltepe bi zarokan re hevdîtin kir zextên li ser zarokan parve kir. Parazvana mafên mirovan Prz. Gunay Dag, diyar kir ku dema muwekilê wê ji bo bibin nexweşxaneyê bi kelepçeyê xistine maşîna rîngê û wiha got: "Muwekilê min di bin tecrîdê de tên girtin. Li dijî wan îşkenceya bi rêk û pêk tê meşandin. Min têkildarî vê yekê pirsname da Wezareta Dadê. Lê her dem wezaretê diyar kir ku li girtîgehan îşkence tune ye. Îşkence û pêkanînên li dijî muwekilên min nayên qebûlkirin. Piştî van pêkanînan me der barê rêveberiya girtigehê de serlêdana sûc kir. Ji bo hestiyariyek çê bibe me cemawerî û raya giştî agahdar kir." Dag, anî ziman ku li hemû Girtîgeha Zarokan a Maltepe îşkence tê kirin û zarok li dijî vê yekê di çalakiyê dene.