ENQERE - Damezrînera Komeleya Gundem Çocuk Emrah Kirimsoy têkildarê girtina Komeleya Rojev Zarokê de got ku rojev zarok cureyek jiyanê ye.
Piştî îlankirina OHAL’ê gelek saziyên xebatên kurdevarî û demokratîk dikin ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin mohrkirin û girtin. Di dîrokê de heta niha saziyên ku ji bo zarokan xebatan bidin meşandin kêm caran tên dîtin. Komeleya Gundem Çocuk ji bo xebatên pirsgirêkên ku zarokên Tirkiye û Kurdistanê dijîn bînin ziman hat avakirin. Lê Komeleya Gundem Çoçuk çend roj berê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat girtin û xebatên wê hatin rawestandin. Damezrînera Komeleyê Emrah Kirimsoy di têkildarî girtina komeleyê de axivî û diyar kir ku ger parastina mafê zarokan sûc be sûcdarên herî mezin ew in.
‘ARMANCA ME PARASTINA MAFÊ ZAROKAN E’
Kirimsoy da zanîn ku Komeleya Gundem Çocuk ji bo mafê zarokan bîne ziman hat avakirin û wiha axivî: “Komeleya me bi saya hin hevalên me ên derûnînas, civaknas, parêzer û mamosteyan ve hat avakirin. Armanca me ew bû ku em mafê zarokan ên ku tên binpêkirin derxin holê û wan pirsgirêkan çareser bikin. Lê kê dê çawa bersiva girtina vê komeleyê û çima hat girtin bide me em jî nizanin. Ez bawerim ku yên komeleya me mohrkirin û xebatên me dan rawestandin ew jî sedema girtina komeleyê nizanin. Ji ber ku tu bersiva vê girtinê nîn e.”
‘XEBATÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN’
Kirimsoy da xuyakirin ku li Tirkiyeê mafê zarokan tê binpêkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hemû dizanin ku li Tirkiyeyê mafê zarokan tên binpêkirin. Aramanca me jî ew e ku em binpêkirina wan mafê zarokan derbixin ber bi çav. Wekî tê zanîn di dibistanan de gelek zarok rastî hewldana tecawizê tên, em jî dixwazin mafê zarokan bi awayekî hiqûqû li Tirkiyeyê hemû kesê re parvebikin û ji bo dawîkirina hewldanên kirêt yên li hemberî zarokan tên kirin em ê xebatên xwe berdewam bikin.”
‘PARASTINA MAFÊ ZAROKAN PARASTINA MIROVAHIYÊ YE’
Kirimsoy destnîşan kir ku di pêvajoya şerê Bakurê Kurditanê de di qedexeya derketina kolanan de zarokan gelek zordarî kişandin û axaftina xwe wiha domand: “Di pêvajoya şerê dawî de derûniya zarokan xira bû û me jî xwest em di têkildarî wan zarokan de xebatan bidin meşandin û ji bo rewşa wan zarokan bibin alîkar. Bi rastî armanca me ew e ku em tenê mafê zarokan re eleqeder bibin tu armancên me yên dijhiqûqê tune ne. Parastin mafê zarokan parastina mirovahiyê ye. Divê ji bona vê yekê astengî neyên derxistin.”
‘JI RAPORÊN ME NEREHET BÛN’
Kirimsoy bal kişand ser raporên ku wan ên di têkildarî mafê zarokan de derxistin û wiha pêde çû: “Di têkildarî girtina komeleyê de gotin, me li gorî maddeya 11’emîn a Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de komeleya we girtin. Lê diyar dibe ku ew kes ji raporên ku me di têkildarî zarokan de amadekirin nerehet bûn e. Şûna ku ew kes ji wan raporên me nerehet dibûn divê ku gotiban em ê çawa bikin û ew rapor dubare nebin. Lê em dîsa jî dibêjin tu tiştên ku ew lê nerehet bibin di raporên me de tune ne.”
‘PARASTINA MAFÊ ZAROKAN SÛC BE EM SÛCDAR IN’
Kirimsoy bi lêv kir ku armanca wan ew e ku hemû zarok jiyanek hevpar bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava ku me ji bo mafê zarokan têkoşîn da destpêkirin armanca me ew bu ku em hemû zarokên jiyanek hevpar ava bikin. Lê em dizanin ku sedema hedef girtina komeleya me ew e ku ji bo mafê zarokan me banga pêştevaniyê ji gel kir. Ji ber vê yekê em baş dizanin ku di jiyanê de em wekî komele cîhekî taybet digirin. Ger parastina mafê zarokan sûc be sûcdarên herî mezin em in.”
‘ROJEV ZAROK CUREYEKÎ JIYANÊ YE’
Kirimsoy bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “RojRojev Zarok ji bo me cureyekî jiyanê ye. Ji bo ku zarok her tim di rojevê de bên girtin em bang li hemû rêxistinên jinan û rêxstinên mafê mirovan dikin bila xebatên zarokan bidin meşandin û bila di rojeva me hemûyan de her tim mafê zarokan hebe. Ji bo komeleya me biryara rawestinadina kar a 3 mehan hatiye dayîn. Em ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û têkildarî vê biryarê îtîrazê bikin û dozê vekin. Em ê heta dawiyê xebatên xwe ên zarokan bimeşînin û dîsa jî ez dibêjim ku Rojev Zarok cureyekî jiyanê ye.”