ENQERE - Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), bi şiara 'Em dawî li OHAL'e binîn' û bi armanca danasîna kampanyayê bike li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Şaxa DAD'ê ya Mamakê Hasan Altun, xwest ji bo OHAL bê rakirin, dawî li dîktatoriyê bê, wekhevî û edaletê bang li her kesî kir ku hemû gel bibin yek.
Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), bi şiara Em dawî li OHAL'e binîn û bi armanca danasîna kampanyayê bike li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevparên HDK'ê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û xwestin hemû gelên li Tirkiye li dijî OHAL'ê bibin yek. Di çivînê de akademîsyenên ji peyvirê hatine dûrxistin û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Li salonê “Êdî bes e. Em dawî li OHAL’ê bînin" vekirin. Di civînê de Serokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) a Mamakê Hasan Altun, bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir û xwest ji bo OHAL bi dawî bibe û dawî li binpêkirina mafan bê hemû gel bibin yek. Altun, xwest li dijî dîktatoriyê û ji bo edalet, wekhevî û azadiya mafan her kes bibin yek. Altun, da zanîn ku ger bibin yek û bi hevre têbikoşin dê karibin bi ser bikevin. Altun, destnîşan kir ku dewletê li ser navê têkoşîna li dijî darbeyê li dijî gelan şer daye destpêkirin û xwest her kes li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Altun, xwest her kes li dijî pergala dîktatorî û yek mirovî bibin yek û bikin qerîn û wiha got: "Piştî OHAL'ê qirîza aborî dest pê kir û devaluasyon zêde bû. Altun, da zanîn ku ji ber qeyrana aborî û OHAL'ê dowîz ji sedî 21 zêde bû û 100 pereyê wan daket qeysa , 79 tl.