AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, pirsgirêka êzîdiyên li Kampa Fidanlikê ya Şaredariya Yenîşehîra Amedê ku qeyûm dixwaze wan bişîne kampên AFAD'ê anî rojeva meclîsê. Uca ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bi bersivîne pirsname da meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, pirsgirêkên li pêş êzidiyên kampa Fidanlikê ya Yenîşehîra Amedê anî rojeva meclîsê. Êzdiyên Şengalê piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê di sala 2014'an de ji cih û warên xwe koç bûbûn. Piştî komeleya Rojava bi biryarên KHK'ê hatin girtin, alîkarî jî ji ser penaberan hat qutkirin. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin Yenîşehîr û Sûrê hat kirin, hemû alîkariya bi penaberan re hat qutkirin. Qeyûmê herî dawî xwest wan koçî kampa AFAD'ê bike. Rojên borî rayedarên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetan (AFAD) kampa êzîdiyan ziyaret kir û bi wan re civîn pêk anî. Êzîdiyên kampê diyar kirin ku rayedarên AFAD'ê di civînê de ji wan re gotiye "Li vir rewşa we nebaş e. Em dê vir bigirin û we bibin kampê AFAD'ê" Êzidiyên kampê diyar kirin ku ew li dijî vê yekê derketine, diyar kirine ku 3 salin li vir in û hêj nasname nedane wan. Êzidiyan anîn ziman ku rayedaran jî gotiye "Ger hûn bên kampa AFAD'ê dê nasname bidin we." û xwestine koçî kampên AFAD'ê bikin.
HDP'ê PIRSGIRÊKA WAN ANÎ MECLÎSÊ
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, tekildarî rewşa êzîdiyan bi armanca Serokwezîr Bînali Yildirim bibersivîne pirsname da meclîsê. Uca di pirsnameyê de anî ziman ku îdîayên rayedarên AFAD'ê kamp ziyaret kiriye û xwestiye ku kampê bigire û wan derbasî kampa AFAD'ê bikin rast e? Uca, xwest planên wan ên der barê êzidîyan de bê ragihandin û sedena ku êzîdiyan li kampa AFAD'ê bi cih bike bê zanîn.
Uca, têkildarî planên rayedarên AFAD'ê wiha pirsî: "Piştî êzîdiyan ji vê kampê vala bikin dê bijîşin kijan kampa AFAD'ê? Ger ku ev îdîa rast bin dê kampek nû ji wan re ava bikin yan dê wan tev li penaberên Sûriyeyê bikin? Îdîaya ku Qeyûma Şaredariya Yenîşehîrê wekî Serokê Kampa Êzidiyan hatiye tayînkirin rast e? Ger ku rast be bi kijan mantiikê ev biryar dane? Îdîayên ku alîkariya bi kampê re tê qedexekirin û ketina kampê hatiye qedexekirin rast e? Dîsa îdîaya Alîkariya mirovahiyê ya piştevaniya Jiyanê hatiye astengkirin rast e? Êzidyên ku rastî hemû tundiya derûnî tên ji bo piştgiriya derûniyê çi tê kirin? Li kampa penaberan a Nîsîpê zarokên penaber rastî îstîsmara zayendî hatin. Li vê kampa ku êzîdî biçin dê çiwas tedbîr bên girtin û ev tedbîr çine? Ji bo bawerî û çanda êzîdiyê xwe biparêze û bidome çi tedbîr hatine girtin. Kampa Fidanlikê ku têkeve venêrtiya AFAD'ê dê bibe hedefa DAIŞ'ê. Dê tedbîr û ewlehî çawa û kî bistîne? Kampa Êzidiyan ku piştî bi AFAD’ê ve bê girêdan, dê mafê stargeh û mafê penaberiyê wekî penaberên Sûriye bê dayîn ya na. Ger ku bê dayîn dê çawa be. Ni Nisêbînê jî kampa AFAD'ê hat valakirin û li şûna wê artêş hat bi cih kirin. Dê rewşek wisa dubare bibe ya na. Ewlehî û mîsogeriya vê yekê çiye?