Endame Diwana Serokatiyê ya KCD'ê Aydenîz: Dixwazin KCD'ê îlegal nîşan bidin

AMED- Endama Diwana Serokatiyê ya KCD'ê Salîha Aydenîz têkîldarî operasyona ku serê sibehê li dijî KCD'ê pêk hat û hin siyasetmedar hatin binçavkirin axivî û bi gotina "Tê xwestin KCD'ê îlegal nîşan bidin" li hemberî operasyonê nerazîbûn nîşan da. Aydenîz operasyon şiband operasyonên ku di 2009'an de cemaeta Gulen li dijî siyasetmedarên kur pêk anî.

Li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) serê sibehê operasyok pêk hat û Hevseroka KCD'ê yê berê Aysel Tugluk, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydî Firat ê di diwana serokatiya KCD'ê de jî cih girtibû, endamê diwana serokatiya KCD'ê yê berê Edîp Yaşar û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara serê sibehê hatin binçavkirin.

'ROL Û MÎSYONA KCD'Ê ZELAL E'

Endama Diwana Serokatiyê ya KCD'ê Salîha Aydenîz têkîldarî operasyona ku serê sibehê li dijî KCD'ê pêk hat û hin siyasetmedar hatin binçavkirin axivî û got ku armanca saziyê ji bo pirsgirêkên tenduristî, perwerdehî, aborî, hiqûq ên gel çareseriyê bibîne. Aydenîz wiha axivî: "Kongre, komxebat, perwerde tê dayîn. KCD bi salan e tê zanîn. Di heman demê de dewletê jî qebûl kiriye. Dİ pêvajoya çareseriyê de jî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di Heyeta Îmraliyê de cih girtin. Rol û mîsyona KCD'ê diyar e."

Aydenîz li hemberî operasyonê nerazîbûn nîşan da û got ku li dijî KCD'ê operasyona têgehê tê afirandin û tê xwestin KCD'ê bê krîmînalîzekirin. Aydenîz wiha axivî: "Es xebatekî legal didin meşandin. Lê di 2009'an de çawa di bin navê KCK'ê de operasyon hatin meşandin niha jî operasyonên qirkirinên siyasî di bin navê KCD'ê de tên kirin. Tê xwestin KCD bê marjînalkirin û openasyonan jî bi vî ve girêdidin. Piştî operasyonên têgehê îdianame tê amadekirin û bi vî rengî bi KCD'ê ve dixwazin girêbidin."

Aydenîz destnîşan kir ku ew ê li gel hemû tiştan jî siyaseta demokratîk bidomînin.

Aydenîz wiha axivî: "Di KCD'ê de konferans û komxebatên hatinelidarxistin yek bi yek sûc tên dîtin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedarên kurd ji ber ku endamên KCD'ê ne tên sûcdarkirin. dixwazin KCD'ê îlegal nîşan bidin. Dixwazin bikin hedef. Dixwazin bi van têgehan tune bikin. Em dizanin ku hemû kes di ferqê de ye. Em ê van sûcan pûç bikin."