ÎZMÎR - Komeleya Rojava, KURDÎ-DER û ÇHD’ê yên Îzmîrê ku bi biryarnameya KHK’ê hatin girtin deriyên wan hatin mohrkirin.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava, Komeleya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Îzmîrê ku bi biryarnameya KHK’ê hatin girtin, di saetên şevê de deriyên wan hatin mohrkirin
Piştî şaxa ÇHD’ê hat mohrkirin, Serokê şaxê ÇHD’ê Serdar Gultekîn li ber deriyê komeleyê daxuyaniyek da û diyar kir ku hebûna mohrê dê bandorê li ser xebatên wan neke, ew ê baştir bixebitin û têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “ÇHD bêdeng nebû û dê bêdeng nebe” bi dawî bû.