3 parêzer bi lêdanê hatin binçavkirin

STENBOL - 3 parêzerên ku xwestin ji bo Prz. Barkin Timtik ê hat girtin li ber Girtigeha Silivrî "Nobeta Edaletê" bidin destpêkirin rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin.

3 parêzerên ku xwestin ji bo Prz. Barkin Timtîk ê hat girtin li ber Girtîgeha Sîlîvrî çalakiya "Nobeta Edaletê" bidin destpêkirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Endamên Buroya Hiqûqê ya Gel, (HHB) prz. Aytaç Unsal, Ebru Timtik û Gunay Dag dema xwestin çalakiyêpêk bînin rastî astengiya cendirmeyan hatin. Prz. pankarta "Em di nobeta azadiyê de ne, Bila prz. Barkin Timtik bê berdan vekirin" rastî lêdana cendirmeyan hatin û bi lêdanêhatin binçavkirin.

Parezerên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Sîlîvriyê.