Hevşaredara Pasûrê Surer hat binçavkirin

AMED/ŞIRNEX -Hevşaredara Pasûrê Sadiye Surer di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Li Silopiyayê jî rêveberê DBP'a navçeyê Tûncay înal hat girtin.

Li navçeya Pasûrê ya Amedê polîsan bi ser mala hevşaredar Sadiye Surer de girtin. Di mala Surer de bi saetan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerînê Surer li ser biryara binçavkirinê ya ji aliyê Serdozgeriya Pasûrê ve hatî girtin, hat binçavkirin.

Ji aliyê Walitiya Amedê ve 28’ê Cotmehê Şaredariya Pasûrê jî di nav de rayeya 13 şaredariyên DBP’î hatî bûn desteserkirin.

Her wiha hevşaredar Surer, di 16’ê Tebaxê di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştî îfadedayînê hatibû berdan.

RÊVEBERÊ DBP'A SILOPIYAYÊ HAT GIRTIN

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê 11 roj berê Rêveberê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Tûncay Înal hatibû binçavkirin. Piştî 11 rojan Înal îro anîn Dozgeriya Silopiyayê. Piştî karên îfadedayînê, dozgeriyê bi daxwaza girtinê Înal sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Silopiyayê bi hinceta, “endamê rêxistinê ye” der barê Înal de biryara girtinê da.

Hate hînbûn ku Înal şandine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.