EDENE - Di îdinameya ku der barê 19 kesên di nav de Hevserokê HDP'e yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye hatiye amadekirin de hemû xebatên partiyê û beşdarbûna kongreya HDP'ê ya ceyhanê ji bo "endamtiya rêxistinê" delîl hat dîtin.
Li Edeneyê di 5'ê mijdarê de bi hinceta "li ser e-mailê îxbar heye" cezaya hepsa malê dabûn 8 kesên ku di nav de Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye, 9 kes jî bi şerta kontrola edlî hatibûn bendar. Îdianameya ku der barê 19 kesan de hate amadekirin ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê dê di 20'ê Sibata 2017'an de bê dîtin.
POLÎS NIZANE ÎXBARKER DIZANE'
Di îdinameya ku îxbar ji aliyê kê ve hatiye kirin nayê zanîn de tê gotin ku rêveberên HDP'ê li avahiyên HDP'ê û nûnertiyên taxan "civînên rêxistinî" li dar dixin û kesên ku beşdar nabin jî tên tehdîdkirin. Dîsa di îxbara hatiye kirin de navên 19 kesan tê dayîn û ev yek pirsa ku navên ku polîs nizanin îxbarker dizanin tîne hişê mirovan. Dîsa di îdianameyê de tê gotin ku rêveberê HDP'ê li gorî hiyeraşiyê xwe rêxestin dikin û ew jî fermanê didin yekîneyên jêr.
Di îdianameyê de beşdarbûna cenazeyê Cihat Turkan (Çiyager) ê YPS'î ku xwaziyê Îbrahîm Yakut e û wêneyê li telefonê wekî sûc hatiye dîtin.
HER TIŞK WEKÎ SÛC HATIYE DÎTIN
Di îdianameyê de xebatên rêveberên HDP'ê yên partiyê, civînên partiyê wekî sûc hatine dîtin û hatiye gotin ku di bin navê "PKK/KCK'ê" de hatine kirin.
Rojane::Manşet
foto: ada-251216-dava
Beşdarbûna kongreyê wekî sûc hat hesibandin

Sûcdarkirinekî din a îdianameyê de balê dikişîne jî beşdarbûna kongreyê ye. Di îdianameyê de beşdarbûna Kongreya HDP'ê ya Ceyhanê ya di 21'ê gulanê de wekî sûc hatiye hesibandin û ji bo "endamtiya rêxistinê" delîl hatiye nîşandan.