ÊLIH - Li Gundê Ûgurca yê Bajaroka Awiskê, 25 malbatên êzîdî yên li kampê di konan de dijîn, ji ber sar û seqemiya zivistanê rastî gelek prisgirêkan tên. Li gel vê, tu ewlehiya kampê jî tune ye.
25 malbatên êzidî yên di 26'ê tebaxa 2016'an de li Gundê Ûgûrca yê Bajaroka Awiskê li konan hatin bicihkirin, di sar û seqemiyeke 10 derece di biniya sifirê de dijîn. Êzidiyên ku beriya zivistanê ji bo konteyneran serî li Walîtiya Êlihê dan, hîn jî bersiva wan nehatiye dayîn. Êzidiyan diyar kir ku, ji ber kon sar in, ew her tim êzingan dişewitînin û ji ber vê ew bi tengasiya êzingan re jî rû bi rû ne û ji rewşa xwe bi gazinc in.
TU TEVDÎREKE EWLEHIYÊ TUNE YE
Li qada kon lê ne, ji bilî têleke rêsayî ya çirtovirto tu tevdîreke ewlehiyê tune ye. Welatiyên ji ber qilqaliyê navm xwe nedan anîn ziman ku, wan gelek caran pirsgirêk ragihandine rayedaran, lê tu tevdîr nehatine girtin. Li cihên kon lê ne, ne qenalîzasyon ne jî binavayî tu tiştek tune ye. Welatiyan elektrîka li konan jî bi pereyê xwe kişandine. Ji ber li her konî sobeyên ceryanê hene, gelek caran trafo teqiyaye. Ji ber elektrîk bi awyaekî ji rêzê hatiye kişandin, ev jî tirsa şewatê li welatiyan peyda kiriye.
‘EM GERM NABIN, DEMA BARAN DIBARE HER DER DIBIN AVÊ DE DIMÎNE'
Niştecihên kampê diyar kirin ku, dema baran dibare av bi ser konan de digire û hemû amûrên wan şil dibin û ji ber êzingên wan zaf tune ne, piraniya rojê li ber sar û seqemê derbas dikin. Li vir jî, di her bobelat û şerî de, wek her carê barê herî giran li ser pişta jina ye.
‘BI QASÎ SÛRIYEYIYAN QÎMETÊ ME TUNE YE'
Ji niştecihên kampê êzidiyekî du standardiya dewletê wiha pûxte kir: "Ji ber dizanin em ji ku hatine û koka me xwe digihîne kuderê, tim bi çavekî keêsn dera han li me tê nihêrîn. Ji penaberên sûriyeyî pereyê derman û tedawiyê nayê wergirtin, lê ji me tê wergirtin. Hemû êzîdî wek nenûka sûriyeyekî jî nakin, ne biqîmet in. Penaberên sûriyeyî ji me biqîmetir in. Hemû daxwazên wan bi cih tînin, lê yê me bi cih nayinin. Bi meha ye em di konan de dijîn, konyetneran dixwazin nadin me, lê heke sûriyeyî bûnan wê demildest bidanan wan."
KOMELEYEKE ALÎKARIYÊ BIKE NEMA
Niştecihan diyar kir ku, di demeke nêz de wê pirsgirêka wan î zexîreyî jî xwe bide der û ragihandin ku, berê gelek komele û şaredarî alîkariya wan dikir, lê belê niha hemû alîkariyên ji bo wan dihatin kirin hatine qutkirin. Herî dawî Komeleya Piştevaniya Jiyanê her meh 62 TL alîkariya malbatan dikir û ji ber pêşnûma bi dawî bû, ev alîkarî jî êdî nayê kirin.