'Dengê girtiyên nexweş bû, niha ew girtiyê nexweş e'

ENQERE - Xebatkarê TÛHAD-FED'ê Mehmet Baytekîn ê çend roj berê hat girtin, nexweşê diyabeta giran e. Rêvebera TÛHAD-FED'ê Havva Ozcan ji bo Baytekîn wiha got: "Bê kêmaniyî her tim dengê girtiyên nexweş bû, lê belê niha ew jî girtiyekî nexweş e."

Yek ji wan saziyên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin jî Federasyona Piştevaniya Huqûqê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) e. TÛHAD-FED ji sala 1997'an û vir ve bi malbat girtiyan re bi piştevaniyî tevdigeriya.

Di çarçoveya operasyonên li dijî sazî û dezgehên kurdan de, li Enqereyê Mehmet Baytekîn û Uskudar Yûmûş jî di nav de, 6 xebatkarên TÛHAD-FED'ê hatin girtin. Ji bo girtina Baytekîn û Uskudar jî wek hincet, ji ber ku pere razandine hesabên girtiyên ku piştevaniya wan dikin hat nîşandan.

'ÇEWISANDIN Û PÊKÛTÎ HERÎ ZÊDE DI SERDEMA AK PARTIYÊ DE PÊK HATIN'

Rêvebera TÛHAD-FED'ê Havva Ozcan a berê ji ber xebatên komeleyê hat girtin û bi "şertê venêrîna edlî" serbest hatibû berdan got, komele herî zêde di serdema AK Partiyê de rastî çewisandin û pêkûtiyan hatiye. Ozcan anî ziman ku, hevalên wê yî xebatê Uskudar û Baytekîn zêdeyî 5 sala ye bi dildariyî li komeleyê dixebitin û wiha got: "Sûcê pê tên tawanbarkirin nayê qebûlkirin. Karê dikin, ji xwe ji aliyê her kesî ve tê zanîn û di çarçoevya prosedurên fermî de ye."

NIHA EW BI XWE GIRTIYÊ NEXWEŞ E

Ozcan ragihand ku, Baytekînê di 21'ê kanûnê de hat girtin nexweşê diyabetê ye û heftê 4 rojan derziya însulînê li wxe dixe. Ozcan got, ji roja hatiye girtin ew niakrin pêwendiyê bi Baytekîn re deyînin û anî ziman ku, ew ji rewşa wî ya tenduristî bi fikar in.

Ozcan diyar kir ku, Baytekîn ji tu çalakiya "Ji bo girtiyên nexweş azadî" ya 125 hefteye li Enqereyê tê lidarxistin nemaye û wiha lê zêde kir: "Baytekîn, bi taybetî tim diçû hevdîtinên vekirî yên girtîgehên Yozgat, Nevşehîr, Çankiri, Bolû, Sîncan û KirikkaleyêBê kêmaniyî her tim dengê girtiyên nexweş bû, lê belê niha ew jî girtiyekî nexweş e!"

'HEVALÊN ME BI AWAYEKÎ DERHUQÛQÎ HATIN GIRTIN'

Ozcan dest nîşan kir ku, ji bo ew bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin, her meh destûrê ji Wezareta Dadê werdigirin û wiha domand: "Li gel komeleya me komeleyeke qanûnî bû jî, hat girtin. Ev jî ne bes bû, endamên me rastî pêkûtiyan tên. Destûra wezaretê berê da, dawiyê wek sûc hat hesibandin. Karê komeleyê lidarxistina faaliyetên têkildarî girtîgeha ye. Pereyên malbatên girtiyand an û yên me şandin wek pereyên îllegal hatin lansekirin. Hevalên me bi awayekî derhuqûqî hatin girtin. Tu karê em dikin, ne sûc e. Divê hevalên me demildest serbest bên berdan."