NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên ji girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên rastî wan tên nivîsandin, diyar kirin ku ew mehkûmî mirinê tên kirin û ji bo li hemberî van pêkûtiyan bêdengî çênebe, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan û çewisandinên rastî wan tên, name şandin. Di nameyên hatin şandin de, bi taybetî girtî balê dikêşin ser zêdebûna çewisandin û pêkûtiyên piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Mehmet Çaglayan ê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dimîne diyar kir ku, di 3'yê cotmeha 2016'an de nêzî 20-30 gardiyan bi ser qawîşa A23'yê de girtine û bi copan 18 kesî derbkirine. Got, girtiyan dixin korîdor, hucre û eywanên sporê û li van deran îşkenceyê li wan dikin. Çaglayan anî ziman ku, di êrîşan de gelek hevalên wan rastî texrîbatên mayîn de mane û wiha got: "Niha milê min ê çepê jî êdî nikare tu tiştî bike, nikare sporê bike, ji cih derketiye. 15 roj di ser re derbas nebû, em dubare rastî îşkenceyê hatin. Li qawîşa em 5 kes lê dimînin, bi hinceta em nîzama hejmariyê nakin, em avêtin baxçeyê qawîşê û em derbkirin. Dîsa em rastî êrîş û lêdana gardiyanan hatin." Çaglayan ragihand ku, mudurên saziyê ji wan re gotine "Em pirsgirêkê bi şidetê çareser dikin" û wiha diyar kir: "Hevalê me Osman Kilavûz revandin, li korîdorê û korehucreyekê ew îşkence kirin. Piştî van bûyeran, her çiqas 2 meh derbas bûn jî, bi rêya heyet û parêzerên hatin, pêkanînên li girtîgehê ji gelek sazî û dezgehan, ji Wezareta Dadê re hatin ragihandin, lê Wezareta Dadê di daxuyaniyê xwe de dibêje, 'li girtîgehan ji bo îşkenceyê sifir tolerens.' Lê belê, li girtîgehan ferzkirin didomin. Bi awayekî kêfî desteserkirina nameyan, pirtûkan an jî neşandina wan, çewisandinên derûnî, nedayîna daxwaznameya didome, pirtûkên ji derve tên bêyî biryara dadgehê hebe nadin me." Çaglayan got, li odeyeke 10 kesî, ew 25 kes dimînin û wiha domand: "Ji bo pêkanîna hevsengê, dema em daxwaz dikin hevalên me yî din werin odeya me, ev daxwaza me tê redkirin. Li dijî vana, ji bilî berxwedanê tu alternatîfeke din tune ye. Dîrok bi me daye peyitandin ku, wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyan têk bibe û ji derheqê wan ve derkeve. Ji bo hestiyariyê bang li hemû raya giştî dikim."
'EM TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN'
Li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê Ahmet Ferez jî diyar kir ku, ew demeke dirêje li girtîgehê bi binpêkirinên mafan re rû bi rû ne û got, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, ev pêkûtî û çewisandin zêde bûne. Gerez têkildarî binpêkirinên mafan ev tişt destnîşan kirin: "Berî her tiştî, mafên me yî bi giştînameyan hatine naskirin, hemû tên binpêkirin. Çalakiyên me yî civakî, çandî û sportîf tên astengkirin. Hema bêje bi temamî çewisandinên derûnî tên sepandin. Di odeya 10 kesî de, niha em 21 kes dimînin. 4 hevalên me li erdê radizên. Ji ber ode teng e, em nikarin bi rihetî tevbigerin. Li gel vê, deriyê hewadariyê jî sibehê piştî saet 08.00'an tê vekirin. Ji ber em li ser çalakî û aktîvîteyan naxebitin, em bi awayekî cidî rastî tengasiyên derûnî tên. Di heman demê de, hewldana ji bo mafekî biçûk jî, dibe sedema cezayê dîsîplînê. Di dema sewqkirinên nexweşxaneyê de, em rastî provakasyon û heqaretên cendirmeyan tên. Eşyayên di koliyên ku malbat dişînin de, bi awayekî kêfî nayên dayîn. Di vî warî de, gerînendetî tiştên kêfî diafirîne; defter, pênûs, cilên bin, gore û kinc bi hinceta reng nayên dayîn. Şert û mercên odeyan, tijebûna wan li hemberî tedawiya me asteng e. Hêdî hêdî em mehkûmî mirinê tên kirin. Ne hêza mirovan ne jî sebra mirovan têra van şertan dike. Di vê mijarê de tekane tişta bê kirin; di van şertan de li dijî razîbûna mirinê, berxwedaneke bi rûmet e."
LI RAYA GIŞTÎ BANGA HESTIYARIYÊ
M. Nûrî Ozen ê li Girtîgeha Tîpa F a Bûcayê dimîne jî anî ziman ku, ji 15'ê Tîrmehê ve tu çalakiyên wan î wek sohbet, atolye, sporê nemane. Ozen diyar kir ku, rêveberiya girtîgehê bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de (KHK) hemû çalakiyên wan î civakî asteng kirine û wiha dest nîşan kir: "Destûra hevdîtina vekirî, name û faksan nayê dayîn. Di girtinên demên dawî de, kesên polîtîk yên tînin vir, wan naşînin Bloka-A'yê ya em tê de ne, dişînin Bloka-C'yê ya komên wek FETO û hwd. lê ne. Her wiha, li navbera odeyên em tê de ne jî, hin rêxistinên sûcî tên bicihkirin. Ji roja Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî hatiye, bi tena serê xwe li odeyeke 3 kesî tê ragirtin, li gel hemû hewldanan jî kesî neşandin cem wî. Herî dawî di 19'ê kanûnê de gotin em ê wî têxin hucreyeke yekkesî û wî ji wir girtin. Lê em niznain ew birine kuderê, em bi şik û guman in. Ji bo hemû pirsgirêkên me, hevdîtina me yî bi îdareyê re tê redkirin, em tu muxatabî nabînin. Binpêkirina mafan zêde dibe, ji bo hestiyariyê em bang li raya giştî dikin."