Li derve ji Delî Dalgalarê ji bo girtiyan nameyên sersalê

STENBOL - Delî Dalgalar Însîyatîfî ya ji bo piştevaniya girtî û hikumxwarên siyasî xebatan dimeşîne, ji bo sala nû nameyên bi têmaya xwe aşitî û daxwaza azadiyê nivîsandin, ji hemû girtîgehên welat re şandin.

Delî Dalgalar Însiyatîfî (Însiyatîfa Pêlên Dînik) a wê di meha sibatê de 8 salên wê biqedin, yek ji wan saziyên dildar e ku, têkildarî girtî û hikumxwarin siyasî yên li girtîgehan xebatên piştevaniyê dimeşîne. Endamên însiyatîfê ya ku gelek dildarên wê bi rasteqîniya girtîgehê re rû bi rû mane, dema derketine karê wan î ewilîn ew bûye ku, ji derve ber bi hundur ve ruhê piştevaniyê zexm bikin. Însiyatîf têkildarî bicihanîna pêdiviyên girtiyan ên wek pirtûk, name û hwd. xebatan dimeşîne.

Endamên însiyatîfê yên di her sala nû de nameyên rengorengo dinivîsînin û dişînin, îsal jî ji her derdorê bi mirovan re hatin gel hev û da nameyên bi têmaya xwe aşitî û daxwazên azadiyê bigihînin hemû girtîgehên welat, dan kargoyê.

Yek ji endamên Însiyatîfê Sîbel Oz a piştî ji Girtîgeha Gebzeyê derdikeve û digihêje azadiya xwe, têkildarî piştevaniya însiyatîfê û nameyên sersalê de axivî.

‘ME REFERANS JI HESTÊN XWE YÎ LI HUNDUR GIRT'

Oz got: "Me ji hestên xwe yên li hundur referans girt û me digot, 'xwezî ji derve kesên em wan nasnakin, hin tişt ji me re bişandanan, suprîz bikiranan, dengê me yê li hundur derxistana derve yan jî dem dem qîrîna me ragihandana.' Me xwest Delî Dalgalar li derve, di jiyana mirovên li girtîgehê de bibe bişirîneke suprîz. Me ji wêneyên hevalên di girtîgehê de pêşangeheke wêneyan çêkir, me albumeke wêneyan çap kir. Me di sersalê de name şandin, ji bo li dîwarên xwe daliqînin me salname derxistin. Carinan me tevî hevalên wênekêş wê kişandin, me tevî pelên payîzê şandin."

‘FELSEFEYA ME YÎ BINGEHÎN, EM BI NAMEYAN TEMASÎ MIROVAN BIKIN'

Oz anî ziman ku, felsefeya bingehîn a însiyatîfê ew e ku, bi nameyan xwe bigihînin mirovan û temasî wan bikin û diyar kir ku, însiyatîfa ku faaliyetên wê bi awayekî rûtîn didomin, îsal jî bi gelek derdoran hatiye gel hev û nameyên sersalê şandin. Oz diyar kir ku, xwendekarên dibistana seretayî, navîn û lîseyê jî li gel wan name nivîsandine û got, ji hemû bajarn suprîzên sersalê ketine rê. Oz wiha domand: "Berê, di serdemên ku bêtir atmosfereke demokratîkbûyînê hebûn de, me tiştên zaf bi espirî dikirin. Me berfemêrê bi simbêl, masiyên govendê digerînin, pisîkên reş ên li ser baniyan digerin... Îsal, li gel zarok jî di nav me de bûn, me bêtir balê kişand ser azadiyê, tiştên hinekî dilşkestinî, yên bêtir li ser hêviyê nivîsandin û me bi hezaran name şandin."

‘DIVÊ PIŞTEVANÎ ZEXIMTIR BIBE'

Oz bi bîr xist ku, ji ber pêkanînên dawî gelheya girtîgehan zêde bûye û dest nîşan kir ku, di heman demê de ji wan cihên binpêkirina mafan lê zêde bûne yek jê jî girtîgeh in û wiha bang kir: "Belkî jî derdora herî bêprastin niha yên li girtîgeha ne. Çimkî desteserkirina ji azadiyê, wek awayekî cezakirinê nayê dîtin, bereksê wê li girtîgehan tim rastî xespkirina mafî, binpêkirinên kêfî tên. Ji ber vê yekê, divê di vê pêvajoyê de mirov bêtir li gel yên girtîgehan be. Derdê me ne dilşewatiya bi mirovên li girtîgehan tên ragirtin ne, xwedî derketina li pêşerojê ye."