DENÎZLÎ – Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê ya AK Pariyê, li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Pamakkaleyê ku projeya MEGA Kent ava dike, bi hinceta ruhsata xaniyan tune xizmeta avê nade semta ku malbatê kurd lê dijîn.
Kurdên li taxa Cumhuriyetê ya Pamukkaleya Denîzliyê dijîn, bi hinceta rûhsatên malên wan tune, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Denizliyê ya Ak Partîyê ve ji avê mahrum tên hiştin. Bi sadan malbatên kurd ên li taxa Cumhuriyetê xaniyên xwe avakirine, ji ber nikarin ruhsat û taboyên xaniyên xwe ji Şaredariya Ak Partiyê bigirin, nikarin sûdê ji xizmeta avê jî bigirin. Şaredarî abonetiya avê nade malbatan û malbat bê av dijîn. Malbatên ku di salên 1990-1994'an de ji cih û warên xwe koçber bûn û hatin li vir bicih bûn, Malbatan diyar kirin ku piştî wan xaniyên xwe li vir ava kirin ji sala 1994'an û virde êdî ruhsat nedan malbatan û destûr nedan ku li vir xanî bên avakirin. Malbatan diyar kir ku wan xaniyên xwe li ser zeviyên xwe ava kirine, lê nikarin sûdê ji xizmetê biirin. Malbatan anîn ziman ku di salên 2008-2010'an de ji bo rûhsatê bistînin li hemberî pereyan zagon hatin guhertin, lê hêj bi sedan mal bê abonetiya avê dijîn û nikarin sûdê ji xizmeta avê bigirin. Malbatan anîn ziman ku Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekçî ku berê şaredarê Denîzliyê bû soza avê da wan û lê heta niha tu sozên xwe pêk neanîn. Şêniyên taxê Fahrettin Yurtsuz anî ziman ku wan dema pirsa "Hûn dê kengî pirsgirêkan çareser bikin" ji Zeybekçî pirsîn, bersîva "Kengî roj ji rojava ve hilat" girtine.
'EM LI MEGA KENT'Ê BÊ AV DIJÎN '
Welatî Engin Yurtsuz, da zanîn ku ew li vê taxa ku Projeya Mega Kent lê tê avakirin bê av dijîn û wekî di serdema şikeftan de dijîn û wiha got: "Ji ber li vê taxê her kes kurd e xizmetê nakin. Tu xizmet li vê taxê nayê kirin. Ji pêwistiyê avê heta paqijiyê û ji paqijiyê heta binesaziyê tu xizmet li vir nayê kirin.
AKP'ê heta niha mizgeft jî li vir ava nekiriye."
Yurtsuz, anî ziman ku ji ber av li taxa wan tune nikarin pêdiviyên jiyanî yên wekî av û paqijiyê bibînin. Kurdan ceza dikin. Naxwazin kurd bi hevre li ciheki bijîn.
Rayedaren Îdareya Kanalîsazyon û Avê ya Şaredariya Bajê Mezin a Denizlî (DEKSİ) jî anî ziman ku ger navnîşanên zelal ji wan re bê dê bersîvê bidin.