Li Roboskê sînor girtî ye ciwan betal in

ŞIRNEX- Li Roboskê piştî qatlîama yekem ciwanên ku diçûn qaçaxê piştî qatlîama duyemîn ji ber diwarên li sînor hatin danîn betal man. Ciwanên Roboskê anîn ziman ku jibilî bazirganiya sînor tu şansê wan tuneye, bi girtina sînor cerdevanî û koçberî li ser wan tê ferzkirin.

Li gundê Roboskê ye ya navçeya Qilabana Şirnexê wekî gelek gundên li ser sînor tekane çavkaniya debarê bazirganiya sînor e. Piştî qatlîama 28'ê Kanûna 2011'an a li gund pêk hat heta qatlîama duyemîn jî bazirganiya sînor berdewam kir. Welatiyan li gorî rewşê yan serê sibehê yan jî êvarê hêstirên xwe amade kirin û berê xwe dan sînor. Li sînor cigare, mazot, birinc û çay li hêstiran bar dikin û tînin. Li gorî tiştên ku tînin ji 50-100 TL pere qezenc dikin. Ciwanên Roboskê yên ku ji ber kar tuneye vê karî dikin, piştî ku sînor hat girtin bêtal man. Hêstirên ku di qaçaxgeriyê de tên bikaranîn jî ji ber ku niha kar tuneye gelek erzan bûne.

HEVAL Û XIZMÊN XWE WINDA KIR

Ercan Tosun ê 17 salî ku di qatlîama Roboskê de 3 xizmên xwe û hevalên xwe Yilmaz û Vedat Encu winda kiriye diyar kir ku ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane hemû jî hevalên wî bûne, bi hevre dema xwe derbas dikirin bi hevre gelek caran çûne qaçaxê.

Tosun destnîşan kir ku niha ji ber ku sînor hatiye girtin betal mane û têkîldarî çûyîna xwe ya qaçaxgeriyê jî wiha anî ziman: "Dema ku em diçin qaçaxê serê sibehê saet di 06.00'an de radibin û derbasi sînorê Iraqê dibin. Li Iraqê mazotê tijî dikin û li hêstira bar dikin. Dema ku em dihatin leşker pêşiya me digirin. Barê me diavêtin carna jî li me dixistin. Dema ku leşker me negirin jî me tiştên xwe li wesayîtan bar dikir û em jî bi hêstiran vedigeriyan."

'LI VIR KAR NÎNE EM MECBÛRÎ QAÇAXGERIYÊ NE'

Tosun anî ziman ku ew ji ber tiştên diqewimin ditirsin lê dîsa jî jibilî çûyîna qaçaxgeriyê tu şansê wan tuneye û wiha berdewam kir: "Em li vir mecbûr in biçin qaçaxê. Di biharê de piştî qatlîamê ev rê girtin. Baregeh danîn li hemû herêmên sînor, riyên ewlehiyê çêkirin. Niha karê me tuneye. Ez naçim dibistanê, di nava rojê de diçim gundê kevn, li bax û bizinên me dinêrim. Ji bo bizinan çila tînim."

Huseyîn Encu yê ku di qatlîamê de birayê xwe Cihan Encu winda kir jî got ku piştî bavê wî wefat kiriye bi birayê xwe ve çûne qaçaxê.

'HER TIM AGAHIYA LEŞKERAN HEBÛ'

Encu diyar kir ku ligel zehmetiyên qaçaxgeriyê jî diçin û wiha berdewam kir: "Carna em bi 100 ciwanan re diçûn. Carna serê sibehê carna jî saet di 3'yan de diçûn. Dema ku bi şev diçûn û ji bo ku leşker me nebînin sibetirê bi şev vedigeriyan. Carna heman şevê vedigeriyan, carna leşkeran riya me dibirîn û digotin ji riya din derbas bibin. Lê her tim agahiya leşkeran hebû. Zivistanê em di nava berfê de derbas dibûn carna 3 rojan li wir tî û birçî diman. Carna hewan davêtin cihên ku em derbas dibin. Wê rojê jî avêtin ji ber vê wisa kom bûn, mijul kirin û balafir jî hat qetil kir."

'DIXWAZIN EM BIBIN CERDEVAN-SÎXUR'

Huseyîn Encu got ku ji ber ku xeta sînor hat girtin piraniya ciwanên gund betal man û wiha got: "Di bêrikên wan de pereyê cigare, kontur bikirin jî tuneye. Cerdevaniyê li ser me fers dikin. Betaliyê li ser me ferz dikin û bi vî rengî dixwazin em bibin cerdevan, sîxur. Ev bazirganiya sînor dema bav û kalên me jî hebû, jibilî vê derfetên me yê kar tuneye."

Encu destnîşan kir ku tenê ne bazirganiya sînor, zozan jî hatine qedexekirin, havînê nikarin sewalên xwe biçêrinin, ji bo zivistanê giha bînin, her tim di bin gefa heron û balafiran de ne.

Encu got ku wekî berê li bajarên mezin jî derfetên kar tuneye û karkerê kurd ê ku li Stenbolê hat qetilkirin bi bîr xist. Encu got ku ew niha li kana komirê ya li gund dixebite lê kanên komirê di qapasîteya ku pêdiviya kar ê ciwanan bi cih bîne tuneye.

Dîcle Muftuoglu/Devran Toptaş - dîhaber