Qeyûmê Amedê serokên Daîreyan tev guhertin

AMED - Qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla ku bi ewlehiyek taybet tê parastin, zorê li karkerên şaredariyê dike ku sîxûriyê bikin. Qeyûma Amedê ku vîna meclîsê ji destê wê girt û cihê her kesî diguherîne, niha jî Serokê Daîreyan diguherîne û mirovên xwe bi cih dike.

Li Amedê piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin û Wezîrên Karên Hûndir li şûna wan Qeymaqamê Etîmesgut ya Enqerê Cumalî Atîlla wekî Qeyûm tayîn kir, erk û vîna meclîsa şaredariyê ji dest hat girtin. Ji roja Qeqûm hat tayînkirin û şûnde avahiya Şaredariyê bû wekî wargeha polîs û hêzên çevîk. Qeyum Cumalî Atîlla piştî cihê gelek xebatkarên şaredariyê guhert, ewil Sekreterê Giştî ya şaredariyê Zulkuf Karatekîn ji peyvirê girt. Piştre cih û beşên gelek xebatkar û karkerên şaredariyê guhert. Qeyûm niha bi guhertina cihê karker û xebatkaran serokatiya lijneyan û miduriyetan koma xwe ava dike.

SEROKÊ LIJNEYA TENDÛRÎSTIYÊ JI PEYVIRÊ GIRT

Serokê Lijneya Tendûrîstiyê Nedîm Yaşli ku ji sala 2006’an ve li ser kare ji aliyê qeyûmê ve ji peyvir hat girtin û li şûna wî ji Miduriyeta Tendûrîstiyê ya Amedê karmendek hat tayînkirin. Li gor agahiyên bi riya telefonê ji Miduriyeta Tendûrîstiyê ya Amedê, hat hînbûn ku karmendê bi nav Faysal Hatîpoglu hatiye tayînkirin. Heman rê û rêbazê ji Miduriyeta Perwerdehiyê jî 5 mamoste li ser daxwaza qeyumê derbasê serokatiya lijneyan bûne.

JI KOCAELÎYÊ TAYÎNÊ AMEDÊ KIRIN

Beriya niha Serokê Şaredariya Antalyayê Menderes Turel ji bo şewirmendiya şaredariyê tayînê şaredariya Şirnexê ku bi riya qeyumê hatibû desteserkirin hatibû kirin. Şaredarê Kocaelîyê Îbrahîm Karaosmanoglu jî ji aliyê navenda giştî ya AKP’ê ve ji bo şewirmendiya qeyûma Şaredariya Amedê hat kirin û karmendê şaredariya Kocaelîyê Ahmet Karadag jî tayînê DÎSKÎ hat kirin. Herî dawî ji heman şaredariya Kocaelîyê karmendek tayînê Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Amedê hat kirin.

QEYÛM KOMA XWE AVA DIKE

Serokên lijneyên şaredariyê her tim ji aliyê qeyûm Cumalî Atîlla ve tê guhertin û li şûna wan serokên nû tê tayînkirin. Rojên dawî ji tê gotin ku qeyûmê dê serokên lijneyên ji peyvir bigire û şûna wan ji dê ji derveyê şaredariyan tayînan pêk bîne. Yên ku ji nû ve tayînê serokatiya lijneyan bê kirin, dê şûna qeyûmê biryar bigire û kar û xebatan bimeşîne. Heyeta ku niha ji aliyê qayyumê ve hatî avakirin, hê niha kar û xebatên şaredariyê dan rawestandin.

KARKERAN ZORÎ SÎXÛRIYÊ DIKIN


Mûfetişên ku ji aliyê Wezîrên Karên Hûndir ve li Şaredariya Amedê hatîn peyvirdarkirin her tim karker û xebatkarên şaredariyê re hevdîtin pêk tîne û wekî polîsan lêpirsînê dikin. Mûfetîş di odeyên taybet de bi cîh bûne û pirsên cûr bi cûr ji karker û xebatkaran zorî sîxûriyê dike. Dîsa nasnameyên hemû karkerên girêdayî taşeronê ji Miduriyeta Emniyetê re hat şandin.

DIXWASTIN WARGEHA JINAN BIKIN BARGEHA POLÎSAN

Wargeha Keçan a ji beriya niha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatî avakirin jî ji kiryarên qeyûmê bêpar nema. Qeyûm sereke xwast ku wargeha jinan vegerênin bargeha polîsan lê ev ji rojevê ket. Lê qeyûm li ser wargeha jinan rawestiya û ji Cemiyeta Belavkirina Ilmê ya Meletî komek tayînê wargeha jinan kir û ev kom roj bi roj rewşa wargehê ji qeyûmê re radigihîne.