ÎDIR - Malbata leşkerê bi navê Seftar Taş ê ku hate îdiakirin yek ji leşkerên ji aliyê DAIŞ'ê ve hat şewitandin e 5 roj in li benda daxuyaniya rayedaran e.
Li ser weşandina dîmenên 2 leşkerên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin weşandin ligel ku 5 roj derbas bû jî hê jî ji aliyê rayedaran ve tu daxuyanî nehatiye dayîn. Malbata, Seftar Taş ê ku hat îdiakirin yek ji leşkerên hatiye şewitandin e û 16 meh in di destê DAIŞ'ê de bû diyar kirin ku heta niha ji rayedaran tu agahî negirtine.
Bavê Taş, Aydin Taş anî ziman ku 5 roj in li benda daxuyaniya rayedaran in.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî duh civîna çapemeniyê li dar xistibû lê pirsa rojnamegeran a der barê dîmenên leşkerên hatin şewintandin de tiştek negotibû û pirsa rojnamegeran bêbersiv hiştibû.