Dayika Şemiyê Morsumbul a nexwest dayikên din êşê bijîn jiyana xwe ji dest da

ÇEWLIG - Dayika Şemiyê Fatma Morsumbul a kurê xwe Huseyin Morsümbul, di serdema darbeya 12'ê îlonê de winda kir, jiyana xwe ji dest da. Morsumbul, gotibû "Ji bo dayikên din êşê nejîn ez aştiyê dixwazim."


Dayika Huseyin Morsumbul ê di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hat windakirin, Fatma Morsumbul jiyana xwe ji dest da. Di 18'ê Îlona 1980'an de polîs û leşkeran bi ser mala Morsumbul de girtin û kurê Fatma Morsumbul Huseyin Morsumbul ê 19 salî ku xwendekarê lîseyêbû, hat binçavkirin. Huseyin Morsumbul di bin çavan de hatibû windakirin. Dayika Huseyin Morsumbul Fatma Morsumbul, şevê din li malê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Morsumbul dê li gundê wê yê Gozelerê yê Çewligê bê definkirin.

‘EZ ÊŞA ZAROKAN ZANIM AŞTIYÊ DIXWAZIM'

Fatma Morsumbul, di 27'ê Îlona 2014’an de dema li nexweşxaneyê bû nekarîbû tev li çalakiya Qada Galatasarayê bibe name şandibû û wiha gotibû:
"Xwedîderketina çalakiya li Qada Galatasarayê xwedîderketina li Huseyin e. Ez li nexweşxaneyê me, lê zarokên min û neviyên min li Galatasarayê ne.

Em malbatek xwedî 6 zarok bûn. Ji malbatek navhalî bûn. Piştî darbeya leşkerî polîs û leşkeran bi ser mala me de girt û dest û çavê kurê min ê lîseyê Huseyîn girêdan û ew binçav kirin. Gotin em dê îfadeya wî bigirin û piştre serbest berdin. Piştî kurê min binçav kirin carek din kurê min neanîn. Huseyin kurê min ê mezin bû. Hiş û aqilê min tev li ser wî bû. Min piştre ji zarokên xwe re dayik nekir. Zarokên min hev mezin kirin. Ekin di nava van şert û mercan de mezin bû. Navê birayê xwe rakir û çû çiyê. Çend sal şûnde di şer de jiyana xwe ji dest da. Li bedena wî ya mirî îşkence kirin. Min du kurê xwe di şerê ranta qirêj de winda kir. Ez êşa wan zanim. Bila tu dayikên din vê êşê nejîn. Ji bo dayikên din vê êşê nejîn ez aştiyê dixwazim."


HUSEYÎN MORSUMBUL ÇAWA HAT WINDAKIRIN?

Komîsyona Dijberî Windayên Binçavan a Mafên Mirovan, di 17'ê Îlona 2017'an de li Qada Galatasarayê di çalakiya hefteya 599'an de windabûna Huseyin Morsumbul wiha anîbû ziman:
"6 roj piştî darbeya 12'ê Îlonê ya leşkerî di 18'ê Îlona 1980'an de polîs û leşkeran bi ser mala Morsumbul ya li Çewligê de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malê de xwendekarê Lîseyê Huseyin Morsumbul binçav kirin û birin Fermandariya Tugaya Leşkerî ya Bîngolê. Piştî Huseyin hat binçavkirin, malbatê carek din agahî jê negirtin. Piştre dayik û bavê ku li kurê xwe geriyan hatin binçavkirin. Bav Hanefi Morsumbul rastî îşkenceya giran hat. Piştre carek din agahî ji Huseyîn negirtin. Dayik Fatma û bav Hanefi Morsumbul çûn dozgeriya leşkerî û îfade dan. Der barê berpirsiyaran de gilî kirin. Lê der barê windakirina Huseyin de tu kar û bar nehat kirin. Dosya lêpirsînê jî venekirin.

4 sal şûnde leşkerekî ku li Tugaya Leşkerî peyvirdar bû, bi telefonê li malbata Morsumbul geriya û got: "Ez ezabê wîjdan dijîm. Huseyin di bin çavan de bi îşkenceyê kuştin. Xistin nava betaniyê û ji tabûrê derxistin." Dewleta ku der barê aqûbeta Huseyin de tiştek nekirin di sala 2003'an de ji bo leşkeribê bike teblîgata banga leşkeriyê şandin malbatê.

Parêzera ÎHD'ê Eren Keskin di sala 2011'an de serlêdana sûc kir û ji nûve xwest lêpirsîn bê destpêkirin. Dozgerê Komarê yê Çewlikê, der barê personelên wê demê de agahî û belge xwest. Piştre agahiyên 9 persolenên wê demê ku Durmuş Kivrak jî di nav de gihişt destê dozgeriyê. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermadarê Boluka Cendirmeyan a Navenda Bajarê Çewlikê Durmuş Kivrak diyar kir ku di 18-23'ê îlonê de destûra xwe ya mazeretê bikar anîye û di vegerê de nameyek îxbarê ya bê nav li ser maseya xwe dîtiye. Durmuş Kivrak diyar kiribû ku di nameyê de hatibû diyarkirin ku kesê bi navê Huseyin Morsumbul hatiye binçavkirin û ji aliyê serbazan ve di bin çavan de bi lêdanê hatiye kuştin.

Li şûna dozger lêpirînê kûr û fireh bike, bi îdîaya dem di ser dozê re derbas bûye, 35 sal derbas bûye nikare delîlan kom bike, di 20'ê Cotmeha 2015'an de biryar da ku dîsa pêdivî bi lêpirsînê tune ye. Biryar li Hakîmtiya Sulh Ceza ya Çewlîgê hat îtîrazkirin. Ji windakirina Huseyin Morsumbul Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Çewlikê Durmuş Kivrak berpirsiyar e. Fermandarê alaya Bajar e Çewlikê Beşir Akin û hemû aktorên cuntaya 12'ê Îlonê berhpirsiyar in."