Dê îro siyasetmedarên kurd derxin dozgeriyê

AMED - Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk û Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydi Firat jî di navde 9 siyasetmedarên kurd ên duh di operasyona li dijî KCD'ê de hatin binçavkirin dê îro sewqî dozgeriyê bên kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê duh di çarçoveya operasyona li dijî KCD'ê de der barê 9 siyasetmedên kurd de biryara binçavkirinê dabû. Di çarçoveya operasyona li dijî KCD'ê de Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk û Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydi Firat û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara jî di navde 9 siyasetmedarên kurd bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. 9 siyasetmedarên kurd ên duh hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan; dê îro wan sewqî dozgeriyê bikin. kirin.

Tugluk duh li Enqereyê hatibû binçavkirin û şevê din ew anîbûn Amedê. Duh Cafer Kan, Edip Yaşar, Cabbar Leygara, Elvan Baran, Aysel Tugluk, Seydi Firat, Ramazan Ozbek, Halis Bilen, Mehmet Baysal hatibûn binçavkirin û der barê dosyaya wan de biryara veşartinê hatibû dayîn.