ŞIRNEX - Li gundê Roboskê ku sibehê 5 sal derbas dibe beriya merasîma bîranînê 2 kesên din hatin binçavkirin. Hate îdiakirin ku malbatên mexdûran ji aliyê qereqolê ve bi gotina "heke hûn merasîma bîranînê li dar bixin ên di bin çavan de bên girtin" hatine tehdîdkirin.
Li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ku sibehê 5 salên qatlîamê temam dibe beriya merasîma bîranînê 2 kesên din jî hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de birayê Nadîr Alma yê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dabû Hîkmet Alma 3u bavê Muhammet Encu, Ubeydullah Encu hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Qilabanê.
Li aliyê din Fermandariya Alaya Bejûhê bi gotina "Heke hûn merasîma bîranînê li dar bixin dê kesên di bin çavan de bên girtin" gef li malbatên mexdûr xwarine.
Li Roboskê roja borî jî Serokê Roboskê-Der'ê Velî Encu, xwîşka Hamza Encu, Tabet Encu, aktîvîstên aştiyê Yannis Vasilis Yaylali û Meral Geylanî hatibûn binçavkirin.