Cenazeyê Fatma Morsumbul hat definkirin

ÇEWLÎG - Ji Dayikên Aştiyê Fatma Morsumbul a ku bi salan e ji bo aqûbeta kurê xwe yê hate windikarin bipirse têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da li gundê xwe hate definkirin.

Dayika Şemiyê Fatma Morsumbul (729 a ku ji bo aqûbeta kurê xwe Huseyîn Morsumbul ê ku di 18'ê îlona 1980'an de hati binçavkirin û piştre hat windakirin bipirse têdikoşiya, negîhişt kurê xwe û li Çewlîgê jiyana xwe ji dest da. Morsumbul a ku beriya hefteyekî krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê duh êvarî jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Morsumbul piştî karên fermî bi konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk tê anîn gundê Gozeler a bi ser navenda Çewlîgê. Jibilî rêveberên HDP û DBP'ê niştecihên gund jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê û Dayikên Şemiyê jî destegula sor şandin cenaze. Cenazeyê Morsumbul li cem kurê xwe Ekîn Morsumbul ê ku di 2014'an de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Piştî ku cenaze hat definkirin li goristanê dua hat kirin.

Keça Morsumbul Fadîme Morsumbul li ser gorê lorand û got ku dayika wê hestiyên birayê wê nedîtiye û jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo Morsumbul sersaxî dê li Mala Şînê ya Suleyman Bektaş a taxa Yeşîlyurtê bê qebûlkirin.